DAIŞ, êrîşên li Srî Lankayê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ‘ê, rêzeteqînên ku beriya du rojan li Srî Lankayê pêk hatibûn girt ser xwe, ku di encamê de 321 kes mirin û nêzî 500 kes birîndar bûn.

Li gorî malperên girêdayî çeteyên DAIŞ‘ê, êrîşên li Srî Lankayê, ji aliyê endamên DAIŞ‘ê ve hatin kirin.

Wezîrê Parastinê yê Srî Lankayê Rowan Wiggiwarden bi daxuyaniyekî diyar kiribû ku êrîşên li ser dêrên welêt roja cejna Paskalyayê ji aliyê "Koma Tewhîd a Niştimanî û Koma Mele Îbrahîm ve hatibû"

Rowan Wiggiwarden îro ragihand ku teqînên li welêt pêk hatin, wek tolhildana êrîşên li hember her du mizgeftên li Zelandaya Nû ku 15‘ê Adara 2019‘an de pêk hatibû.

ANHA


Mijarên Din