DAIŞ`a nû.. çeteyên Artêşa Wetenî li Cerablûsê du kes bi darve kirin

Tevî hewldanên Tirkiyê ji bo ku “Artêşa Wetenî” weke ku artêşek nerm e nîşan bide, lê îdeolojiya wan û DAIŞ`ê heman in û heman binpêkirin dikin. Çeteyên “Artêşa Wetenî” du sivîl ji Cerablusa dagirkirî bi darve kirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin, di dawiya 2017`an de komek çeteyan a bi navê “Artêşa Wetenî” ava kir. Dewleta dagirker hewl dide wan weke artêşek nerm nîşan bide. Ji ber ku ev artêş ji bermahiyên çeteyên ku talan dikin, sivîlan direvînin û li gorî nasnameyê wa dikujin, hate avakirin.

Lê kedên Tirkiyê vala vala çûn. Ji ber ku hişmendiya çeteyên “Artêşa Wetenî” ji ya DAIŞ`ê ne cudatir e. Ew jî cihê ku DAIŞ lê mayî dewam dike. Şêniyan dikuje, direvîne û gelek binpêkirinên dermirovî dide meşandin. Ne ev tenê jî, rastiya rûyê Erdogan û AKP`ê yên ku desteka teröre (DAIŞ û Heyet Tehrîr El-Şam El-Nusra berê) dikin, zelal dike.

Di vî warî de çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên qaşo bi navê Artêşa Wetenî  ya ku Tirkiye desteka wan dike du kes ji bajarokê Cerablus ê dagirkirî rojhilatê bakurê gundewarê Helebê, darve kirine.

Çavdêrgeha Sûrî deteyên darvekirinê bi dest xistin. Li gorî wê çeteyan her du zilaman bi guleyan kuştine, termên her duyan avêtine dora bajarok û li ser wan kaxizek bi nivîsa “Sûc: Ajan, teqîn û kuştin” danîbûn. Her du zilamên ku hatine kuştin bi qetilkirina serçeteyekî ji Artêşa Wetenî hatine tawambar kirin. Tê îdeakirin ku van her du zilaman serçete di 5’ê Tebaxê de kuştine.

Li rex wê jî tevlihevî di nav herêmên ku Tirkiyê dagir kirine de belav bûye. Bûyerên kuştinên ne diyar, teqîn, dizîn, xwestina fîdyayan, êrîşkirina sivîlan û şer di navbera çeteyan de li wan  herêman rû didin.

Dem demê şêniyên wan herêman xwepêşendan li dar didixin û ji  dewleta Tirk a dagirker dixwazin ku ji ax û malên wan ên ku veguherandine bargehên leşkerî dikeve.

(şx)


Mijarên Din