DAIŞ`iyên di zindanên çeteyên Tirkiyê de reviyan

Di demekê de ku çeteyên li herêmên Idlib, Hema û gundewarên bakurê Helebê nikarin ewlehiya herêmê di bin kontrola xwe de bigirin, gelek çeteyên DAIŞ`ê ji zindanên bajarokê El-Raî ku ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, reviyan.

Di tevlihevî û bêdisîplîniya li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Idlib, Hema û gundewarên Helebê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji çavkaniyên pêbawer ragihand ku 7 girtiyên çeteyên DAIŞ`ê ji zindanên polîsên leşkerî li bajarokê El-Raî li bejahiya bakurê Helebê reviyan.

Navendê da zanîn ku piştî ku çeteyên DAIŞ`ê reviyan, çeteyên kombûna Ehrar El-Şerqiyê 2 kes ji wan kuştin û yekî din jî girt.

Nehat zanîn ka çete çawa reviyane. Çavkanî dibêjin ku ji ber bêdisîplîniya li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, ew yek pêk hat.

(jo)

 


Mijarên Din