​​​​​​​DAIŞ'iyên girtî careke din tevlihevî derxistin, rewş hate kontrolkirin- HATE NÛKIRIN

Çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de careke din tevlihevî derxistin. Li gorî agahiyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn rewşa girtîgehê kontrol kir.

DAIŞ'iyên di girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê de tevliheviyek di qawîşan de çêkirin.

Li gorî agahiyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dora girtîgehê belav bû û rewşa girtîgehê kontrol kir.

Çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ANHA'yê re diyar kir ku tevlihevî piştî nîvro derket. Ev tevlihevî ya sêyemîn e di nava du mehên dawî de.

Çavkanî destnîşan kir ku berpirsên girtîgehê texrîbên ku ji ber tevliheviyên berê derketine sererast dikin.

Her wiha diyar kir ku hêzên koalîsyonê berpirsyariyên xwe yên li hemberî vê tevliheviyê pêk neanîn. Tenê balafirên şer li derdora girtîgehên firandin.

Çavkanî eşkere kir ku dewletên di Koaslîyonê de û yên Ewropayê ji bo dîtina çareseriyeke bingehê ji bo DAIŞ'iyên girtî naxebitin. Girtî barê hêzên ewlekariya yên Rêveberiya Xweser giran kiriye.

ANHA


Mijarên Din