Dan û standinên Afrîkî yên der barê destwerdanên Tirkiyê de

Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter îro bi serokê Başûrê Afrîkayê Cyril Ramaphosa re bi telefonê destwerdanên Tirkiyê yên neyînî yên di kar û barên Lîbyayê de nirxand.

Hefter û Cyril Ramaphosa şandina Tirkiyê ji hezeran çete û terorîstên ji bakurê Sûriyê ber bi Lîbyayê ve nirxand û got ev yek gefan li herêmê dixwe, radîkalî û terorîstan xurt dike.

Her wiha rola Yekitiya Afrîkayê di lênerîna xebatê siyasî de, tekeziya li ser destekdayîna diyalogên lîbyayî dûrî aliyên ku destekê didin terorîstan da ku aştî û ewlehî li Lîbya û Afrîkayê pêk were, gotûbêj kirin.

Her du serokan nêrînên xwe der barê çawaniya aktîfkirina lihevkirinên siyasî yên di çarçoveya Konferansa Berlînê de, însiyatîfa ragihandina Qahîreyê da ku xetereyên terorîstan kêm bike, milîsên çekdar û destwerdanên derve ku gefan li aramî û ewlehiya herêmê dixe, destnîşan kirin.

Tevî artêşa Lîbyayê sozên navneteweyî û biryara agirbestê ku ji aliyê Qahîreyê ve derketine,  pêk tîne, lê milîsên alîgirên Tirkiyê û çeteyên sûrî hêzên xwe kom dikin da ku êrişî navendên artêşa Lîbyayê li Misrata ya rojhilat û Sirteyê ya rojava bikin.

(bx)


Mijarên Din