Danîmarka dê penaberên sûrî bişîne Sûriyê

Serokwezîra Danîmarkayê diyar kir ku dê penaberên sûrî bişîne welatê wan.

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Fredrîksen diyar kir ku dê ‘destûra rûniştinê’ ya penaberên sûrî were betalkirin û wan bişînin welatê wan. Danîmarka wê di nav Yekitiya Ewropayê de bibe welatê yekemîn ku destûra penaberan a mafê rûniştinê betal dike û wan dişîne welatê wan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li dijî şandina penaberên ji Sûriyê derket. Serokwezîr Mette Fredrîksen guh neda rexneyên rêxistinên mafên mirovan.

Nîqaşa şandina penaberan li parlementoyê hate kirin û piraniya partiyan piştgirî dan şandina penaberan. Serokwezîr diyar dike ku wê van penaberan li derdora Şamê bi cih bikin.

Danîmarka dixwaze sînorê xwe ji penaberan re bigire û li ser sînoran jî penaberiyê bide sekinandin û penaberan bişînin kampên li welatên Afrîkayê.

Wezîrê Koçberiyê berê jî gotibû; “Tu pirsgirêkên me ji gelên ji Emerîkaya Latîn û Rojhilata Dûr tune. Pirsgirêkên me bi penaberên ji Afrîka û Rojhilata Navîn hene.”

Di gava pêşîn de wê Danîmarka 9 hezar penaberan bişînin welatê wan.


Mijarên Din