​​​​​​​Danûstandinên Washington û Taliban li Dewhayê careke din hate destpêkirin

Çavkaniyekî Amerîkayê piştrast kir ku îro Washington ji nû ve dest bi danûstandinên bi Tevgera Taliban re piştî 3 mehan ji taloqkirina ji hêla serok Donald Trump kir.

Çavkanî ji ajasna Reutersê re ragihand ku ji nû ve DYA’yê îro dest bi danûstandinên li Dewhayê kir. Dê nîqaş li ser sivikkirina tundiyê be û dê bi wê re jî ber bi danûstandinên Afganistanê ya hundirîn û agirbestê ve biçe.

DYA’yê û Tevgera Taliban nêzî îmzekirina li ser peymanê di meha Îlonê de bûn ku dê li gor wê jî Washington li hember garantorên ewlehiyê bi hezaran leşkerên xwe vekişanda.

Lê di heman mehê de, Trump ragihand ku danûstandin di rewşa"mirinê" de ye û vexwendnameya tundrewan a danûstandinên nepenî li Camp David piştî kuştina leşkerê Amerîkayê li Afganistanê, taloq kir.

DYA’yê niha nêzî 14 hezar leşker li Afganistanê belav kirine. Lê belê divêyabû 5 hezar û 400 leşker ji 5 baregehan bi dema 20 hefteyan li gor peymana Aştiyê ya pêşniyarkirî, bihatana vekişandin.

Di serdana ji nişka ve ya li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Afganistanê di hefteya borî de çêkiriye de, Trump wiha ji Taliban re got: "Dixwaze bigihîne peymanekê."

Dîplomasiyên Amerîkayê di demeke berê de keşif kir ku Washingtonê eşkere kir ku berjewendiyên Qeterê yên di danûstandinên bi Tevgera Taliban re bi temamî bi berjewendiya Amerîkayê re bi nakok in.

Qeter piştgiriyê dide rêxistinên ku di nava lîsteyên terorê de ne, jê jî Tevgera Taliban, Cebhet El-Nusra û komên terorîst ên dîtir li Sûriyê.

(fr)


Mijarên Din