Danûstaninên Rûsya û Tirkiyê bi binket, şandeya Rûs ji Tirkiyê derket

Tora nû ya danûstanên Rûsya- Tirkiyê ya der barê Idlibê de bi binket. Şandiya Rûs ji Tirkiyê derket. Tirkiyê jî li ser vekişandina hêzên rejîmê ji herêmên ku kontrol kirine bi îsrar e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê got, danûstandinên di navbera rayedarên Tirk û şandeya Rûs de ku li Enqerayê derbarê Idlibê de pêk hatibû bi dawî bû û şandeya Rûs ji Tirkiyê derket.

Wezaretê got: "Tirkiyê di vekişandina artêşa Sûriyê ji derveyê sînorê herêma kêmkirina şer de bi îsrar e."

Wezaretê diyar kir ku danûstandin li ser daxwaza aliyê rûs pêk hat, piştî ku 33 leşkerên Tirk di êrişên hawayî yê rejîmê li ser Idlibê de hatin kuştin.

 


Mijarên Din