Danûstanên Amerîka û Rûsyayê destpê kirin

Beriya çend kêliyan danûstandin di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov û hempêşiyê wî yê Amerîkayê Mike Pompeo destpê kirin. Danûstandin beriya hevditîna her duyan bi serokê Rûsî re Vladimir Putin, li gel teqezkirina girîngiya pêşxistina têkiliyan li dar ket.

Di destpêka danûstandinan de bi hempêşiyê xwe re Pompeo got: "Îro ez li vir im ji ber ku serok Trump bi pêşxistina têkiliyan re ye". Pompeo diyar kir ku pêxistina têkiliyan ji berjewendiya tevahiya cîhanê ye.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov got, Rûsya amade ye têkiliyan bi DYA`yê re ava bike eger Washington amade be.

Kremlin diyar kiribû ku Pompeo bi hempêşiyê xwe re Sergei Lavrov werin ba hev beriya ku serok Putin wan pêşwazî bike. 

 


Mijarên Din