Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi Brownstein re çareseriya siyasî nîqaş kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku wan cîgirê şandeya Amerîkayê ya ji bo Sûriyê pêşwazî kiriye. Her wiha diyar kir ku her du aliyan şêwaza tevlêbûna Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî de û rêbazên çareseriya siyasî ya li Sûriyê nîqaş kirine.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtin duh bi şev pêk hatiye.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirê wî Fener El-Giêt, berdevkê fermî yê daîreyê Kemal Akif û gerînendeya Nivîsgeha Hevserokatiyê Nafiye Mihemed, cîgirê nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê David Brownstein pêşwazî kir.

Li gorî malperê her du aliyan, rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser, şêwaza tevlêbûna Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî de û rêbazên çareseriya siyasî nîqaş kirine.

Li gorî malpera fermî ya daîreyê di civînê de bal kişandine ser girîngiya rola Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê di warên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî de.

(şx)

ANHA


Mijarên Din