Daristanên Kobanê bi xetereyê re rû bi rû ne

Li kantona Kobanê ya Bakurê Sûriyê rêjeya bax û baxçeyan kêm e. Li kantonê 3 daristan hene, lê ew jî bi xetereya şewat û birînê re rû bi rû mane.

Daristan bedewiyên li ser erdê ne ku roleke girîng di dewlemendkirina jêdera xwezayê de dilîzin. Ji bilî ku hewa paqij dikin, hevsengiya jêdera oksîjenê jî diparêzin. Cihên bidar hem dibin cihê bêhnvedanê û hem jî dibin meqseda mirovan.

Li kantona Kobanê 3 daristan hene, ev daristan bi taybet di havînê de hema bêje wekî bejahiyekî lê tên.

Daristana Kobanê

Daristana Kobanê dikeve aliyê rojavayê bajêr. Rêjeya wê 16 donim e û wekî xemla bajêr e. Lê rastî birîn, şewitandin û qirêjkirinê ji aliyê şêniyan ve tê.

Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî avêtina qirêjê li daristanê dan û got "Li heman cihê ku em serdanê dikin, çima em ê neparêzin û xweşik nekin. Şaredariya Gel ji aliyê xwe ve paqijbûna cih diparêze, lê hin şênî qirêjî dikin."

Rêvebera Komîteya Paqijî û Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Kobanê Fatima Xelîl diyar kir ku karkerên şaredariyê heftane daristana li rojavayê Kobanê paqij dikin, lê şênî di vî alî de nabin alîkar û her qirêjî dikin.

Daristana Qere Berkel

Daristana Qere Berkel navê xwe ji çiyayê Qere Berkel girtiye û 15 km dikeve başûrê Kobanê. Di heman demê de çiyayê vir wek cihekî dîrokî û pîroz tê naskirin.

Daristana Qere Berkel a duyemîn bi mezinbûna xwe piştî ya Kobanê tê. Ji ber pirbûna dar û gihayên wê wekî ku dike bifetise lê hatiye, ev yek xetereyê li ser çêdike ku giha û darên wê hişk bibin.

Li gorî gotinên şêniyan a ku rewşê xeternaktir  dike, şivan in ku bi serbestî pezên xwe li daristanê digerînin, li gel wê jî dar têne birîn.

Darên li ser girên Qereqozaqê

Daristana sêyemîn a li Kobanê li ser girên Qereqozaqê ye, ji navçeya Sirînê bi dirêjahiya 35 km li başûrê Kobanê heta rexê rojhilat ê çemê Firatê ye.

Ev daristan bi xwezaya xwe ya geş û bedewbûna xwe tê naskirin, li aliyê din jî dikeve navîna deverek çûnwarî ku vedigere serdema Bîsansiyan.

Li gorî welatî dibêjin, ev daristan rastî qutkirin û şewitandinê ji aliyê şêniyên herêmê ve hat, ji ber wê rêjeya daran çaryek kêm kir.

Daristan ji aliyê saziyên têkildar ve jî hatine paşguhkirin. Nemaze ku niha hewcedarî bi rakirina gihayên biziyan in.

(bb)

ANHA


Mijarên Din