Daristanên Mabatayê dişewitin û teqînek bajarê Efrînê dihejîne

Di nav rêzebinpêkirinên dewleta Tirk a dagirker de û çeteyên wê li Efrînê, îro dagirkerî agir bi daristana Mabatayê xist. Li gel wê jî dengê teqînek mezin ji bajarê Efrînê hate bihîstin.

Çavakniyên herêmî ji ajansa me re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê agir bi daristana navçeya Mabatayê xistin. Şewat bi daristana li derdora gundên Rûta û Kaxirê ket û hîna agir vêketiye.

Ji aliyekî din ve çavkaniyek ji me re tekez kir ku dengê teqînek mezin vê êvarê ji bajarê Efrînê hate bihîstin. Li gorî agahiyan teqîn li nêzî nexweşxaneya leşkerî ya girêdayî çeteyên artêşa Tirk pêk hatiye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din