Datayên bûyera balafira Îranê hatin zelalkirin

Şeva berê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê datayên bûyera balafira rêwiyan a Îranê ya li asîman Sûriye difiriya, zelal kirin.

Şevê din balafira Îranê ya rêwiyan li Sûriyê rastî astengiyan ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hat.

Têkildarî mijarê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Tiwtterê diyar kir ku piştî balafira Îranê ya rêwiyan li ser asîmana baregeha Tenef a leşkerî digeriya, wan erkeke asîmanî ya rûtinî dûrî balafirê bi hezar metreyî pêk aniye.

Fermnadariyê anî ziman ku ji bo misogerkirina ewlehiya leşkerên kooalîsyonê li bargehê  ev erk pêk anîne û piştrast kir ku erka wan li gorî pîvanên navndewletî pêk anî.

Berdevkê Fermndariya Navendî Eqîd Bel – Urban destnîşan kir ku ji bo garantiya selametiya endamên Kooalîsyona Navdewletî ya  li bargeha Tenefê ya leşkerî wan tedbîr girtin.

Li aliyekî din jî Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Ebas Musawî daxuyand ku têkildarî bûyerê hîn jî lêpirsîn berdewam e û dê welatê wî tedbîrên qanûnî û siyasî bigirin.

(eh)


Mijarên Din