Daxuyaniya 8`ê Adarê ya Meclisa Jinan a Sûriyê

Meclisa Jinan a Sûriyê destnîşan kir ku 8’ê Adara îsal li ser tevahî Sûriyê, bi taybet jinan, bi binpêkirinên dewleta Tirk derbas dibe, her wiha diyar kir ku Roja Jinan a Cîhanê şansgirtina hêviya pêşketin, banga guhartin û lezdayîna kedên wêrek ên tevahî jinan e.

Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek Meclisa Jinan a Sûriyê, her sal 8’ê Adarê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Her wiha di vê boneyê de bi destkeftiyên jinan li ser tevahî astên siyasî, civakî û aborî pîroz dikin. Li aliyekî din tevahî gelên cîhanê, hêzên dijberî tundî û cudakariyê hêzên parastina nirxên lêborîn, wekhevî û rûmeta mirovahiyê dikin, silav dikin. Her wiha li tevahî jinên cîhanê bi vê boneyê, têkoşerên tevgera jinan a herêmî û cîhanî pîroz dikin û garantiya xwe bi jinên Sûriyê re ku azarên şerê ku 9 sal e li dar e, mîsoger dikin.

Boneya îsal bi binpêkirina dewleta Tirk ku parçeyên ji xaka Sûriyê dagir kirine, derbas dibe û hê jî gefên ewlehî û aramiyê li Sûriyê dixwe. Li dijî jinên Sûriyê dewleta Tirk kirêttirîn kiryarên ku sûcên şerin, bi taybet li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagir kirine, pêk anîn û pêk tîne.

Ji lew re Meclisa Jinan a Sûriyê ji bo xurtkirina jinan ji aliyên maf û xebata bi armanca têkbirina tevahî şeklên cudakarî û tundiya ku tê re derbas dibin, dixebite, her wiha da ku mafên beşdariyê di hemû aliyan de bên bidestxistin, rola wê di nûnertiya rastîn û çalak a tevahî dozên girêdayî avakirina welat û welatî de bê aktîfkirin.

Em wek Meclisa Jinan a Sûriyê, Roja Jinan a Cîhanê mîna şansgirtina hêviya pêşketin, banga gurhartin û lezdayîna kedên wêrek ku tevahî jinan pêk anîne, dibînin."

(fr)


Mijarên Din