Daxuyaniyên meclisên gel: Bêdengiya li hember komkujiya Til Rifetê hevkarî ye

Bertekên şermezarkirina komkujiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Til Rifetê li dijî sivîlan zêde dibin, daxuyaniyên meclisên navçe û bajarên li kantona Qamişlo bêdengiya navneteweyî beramberî komkujiyê wek hevkariya kuştina sivîlan bi nav kir.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh anku 2`yê Kanûnê komkujiyek li djiî şêniyên Efrînê yên ji Efrînê koçî Şehbayê kiriye, pêk anî. Di encama topbarankirina navçeya Til Rifetê de 10 sivîl şehîd bûn, piraniya wan zarok in û 12 kes birîndar bûn.

Der barê mijarê de û ji bo şermezarkirina komkujiyê, meclisên navçe û bajarên li kantona Qamişlo daxuyaniyên ji hev cuda dan û civaka navneteweyî li hemberî van komkujiyan berpirsyar dît.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa navçeya Girkê Legê der barê şermezarkirina komkujiyekê de daxuyaniyek da. Bi dehan endamên saziyên li navçeyê li pêşiya navenda meclisa navçeyê kom bûn, daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Mihemed Cemîl hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew sûc ji cîhanê re teqez dike ku projeyeke mezin a Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û destnîşan kir ku we yek di demeke ku hewldanên civaka navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî, pêk hat.

Di berdewama daxuyaniyê de, hate gotin ku avakirina Tirkiyê ya “herêma ewle" hincet e ku tu têkiliya wê bi ewlehî û îstiqrarê tune ye, ji ber ew herêmeke ku ji bo kiryarên xwe yên kuştin û rûxandinê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca vê komkujiyê, da ku şêniyan bitirsîne da ku malên xwe terk bikin û çalakiya guhertina demografîk û etnîkî ji aliyê Tirkiyê dewam bikin.

TIL HEMÎS

Ji bo şermezarkirina ku artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê pêk anî, meclisa navçeya Til Hemîsê û meclisên bajarokan û saziyên wê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir, daxuyanî li pêşiya meclisa navçeyê ji aliyê hevserokê meclisa navçeyê Salih El-Xelef hate xwendin.

Şêniyên Til Hemîsê bi rêya daxuyaniya xwe de wiha got: "Em îro li vir lihev dicivin bi navê Meclisa Til Hemîsê û meclisên girêdayî wê û saziyên wê, da ku ji cîhanê û NY`yê re îradeya xwe û şermezarkirina vê bûyerê ragihînin. Em ji NY`yê û dewletên cîhanê re dibêjin ku bi bêdengiya we hun dibin hevkarê sûcên Erdogan û rijandina xwîna zarok û gelê me."

ÇILAXA

Meclisa navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyê yên li ser sivîlan û kuştina zarokan û tirsandina sivîlan, şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Şaredariya Gel li navçeya Çilaxa hate xwendin, daxuyaniyê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Rifetê pêk anî şermezar kir.

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li ser sivîlan, kuştina zarokan û tirsandina sivîlan, şermezar kir. Daxuyanî li pêş navenda navçeyê bi beşdariya bi dehan ji endamên Meclisa navçeyê û saziyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Suryan hat dayîn.

Beşdaran di daxuyaniya ku ji hêla cîgira hevseroka meclisa navçeyê Nalîn Temo ve hatiye xwendin de, wêneyên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk û komkujiya ku di 2’yê kanûnê de li Til Rifetê de pêk aniye ku di encamê de 10 sivîl şehîd bûn jê jî 8 zarok in, rakirin.

Meclisa navçeya Tirbespiyê di daxuyaniyê de wiha diyar kir: "Em wek Meclisa navçeya Tirbespiyê bi tevahî sazî û pêkhateyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Suryan, vê komkujiya hovane bi mafên şêniyên sivîl ên li Til Rifetê şermezar dikin û bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan ên demokratîk dikin ku bi erk û berpirsiyariyên xwe der heqê sûcên dewleta Tirk a faîşt de rabin.

Em biryara xwe radestî tu kesî nakin. Mafên me yên paratina rewa der barê şênî, gel ji tevahî êrişên li ser me de heye û tu kes nikare vîna ku me ji şehîdên xwe wergirtiye, têk bibe."

AMÛDÊ

Di heman çarçoveyê de, meclisa navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê ku li pêş meclisa navçeyê bi beşdariya bi dehan ji endamên meclis û saziyên navçeyê ve daye, komkujî şermezar kir. Daxuyanî ji hêla cîgirê hevserokê Meclisê Ranya Mihemed Yûnis ve hat xwendin.

Wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Sûcên ku rejîma dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, ne ji bêdeniya navdewletî bûya pêk nedihatin ku hevparê wan e. Bêdengiya navdewletî bi wê, piştê dide dewleta Tirk û komên tundrew ên girêdayî wê ku sûc û binpêkirinên xwe li dijî şêniyên herêmê berdewam bike, nexasim jî li herêmên dagirkirî û di serî de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”

Meclisa navçeya Amûdê komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifetê pêk aniye ku di encamê de 10 sivîl jê 8 zarok bûne qurbanî, şermezar kir û piştrast kir ku radeya sûcên ku rejîma Tirkiyê derbas kiriye, pêwîstiya destwerdana lezgîn a navdewletî pê heye û wiha berdewam kir: "Ne destwerdan, tê wateya zêdebûna sûc, teror û zêdebûna qirkirin û aloziyên û ne aramiya li herêmê."

HESEKÊ

Duh dewleta Tirk li Til Rifetê komkujiyek pêk anî. Têkildarî mijarê, îro Meclisa Navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê hevserokê meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb ve li ber avahiya meclisê hate xwendin, wiha ye:

"Dewleta Tirk komkujiyek din ku li dijî gelê Efrînê ku li Şehbayê bi cih dibin ku ne exlaq û ne jî wîjdanê mirovahiyê qebûl dike, pêk anî. Pêwîst e kiryar û komkujiyên xwînmijê gelê Kurd û mirovahiyê dewleta Tirk ji aliyê hêz û rêxistinên ku qaşo mafê mirovan diparêzin ve werin rawestandin û nebin hevkarê qetilkirina siberoja zarok, jin û gelê azadîxwaz.

Berpirsê vê komkujiyê dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û rêjîma Sûriyê ku heya vê kêliyê jî tamaşeyî qetilkirina gel û zarokên Sûriyê dikê ye. Em ji bêdengiya NY matmayî dimînin hember qirkirina gelê Bakurê Sûriyê li Serêkaniyê, Girê Spî û Şehbayê. Cîhan bûye mîna daristanekê ku qanûn tune ye van guran bisekinîne."

Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(jo-fr)

ANHA


Mijarên Din