‘Daxuyaniyên Ocalan xeleka xilasiya gelê Sûriyê ji şerê navxweyî ye‘

Rojnamegerê Misrê, Pisporê Karûbarên Sûriyê û lêkolînerê karûbarên Kurdî Mihsin Ewedullah got: " Ji nêzîk ve li rewşê dinere. Daxuaniya Ocalan xeleka xilasiya Sûriyê û gelê wê ji hewldanên şerê navxweyî ye.”

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mihemed Ocalan roja yekemîn a Cejna Remezanê hevdîtin bi Ocalan re çêkir. Mihemed Ocalan encamên hevdîtinê ji çapemeniyê re parve kir û anî ziman ku Ocalan behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kiriye. Mehmet Ocalan got Abdullah Ocalan gotiye: “Divê Gelê Bakurê Sûriyê ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe mezintir bike. Divê hemû gelê Sûriyê ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê û jiyana hevbeş beşdarî vê têkoşînê bibin. Heger ev model were parastin tu hêz nikare têk bibe."

‘Daxuyaniyên Ocalan xeleka xilasiya gelê Sûriyê ji şerê navxweyî ye‘

Rojnamegerê Misrê, pisporê karûbarên Sûriyê û lêkolînerê di karûbarên Kurdî de û Rojhilata Navîn Mihsin Ewedullah li ser mijarê ji ajansa me re axivî.

Ewedullah diyar kir ku daxuyaniyên Rêber Ocalan aqlane ne û wiha got: “Ji nêzîk ve li rewşê dinere. Daxuaniya Ocalan xeleka xilasiya Sûriyê û gelê wê ji hewldanên şerê navxweyî ye.”

Mihsin Ewedullah got: “Hemû civînên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê û însyatîfa çareserkirinê  pûç bûn. Ji ber ku itîraf bi hemû pêkhateyan û nûnertiya wan a Rêveberiya Xweser mîna ya Bakurê Sûriyê nedihat kirin. Divê gelê Sûriyê têkoşîna xwe dewam bike, nakokiyên xwe bidin aliyekî û piştgiriyê bidin tecrueya Rêveberiya Xweser. Da ku li tevahî Sûriyê were rûniştandin. Bi projeya jiyana hevbeş û qebûlkirina hemû pêkhateyan cûdekariya mezhebî, etnîkî û olî ji holê radibin. Wê demê em dibînin musliman perestgeha Êzidiyan diparêzin, Suryan jî beşdarî parastina mizgeftan dibin. Hemû di bin banê qanûnekê de dibin yek in."

‘Projeya Netewa Demokratîk tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye‘

Mihsin Ewedullah bal kişand ku pêwîste gelê Sûriyê girîngiya pêvajoyê, asta komployên ku wan dikin hedef nas bikin û wiha pê de çû: “Divê her kes siyasetên dûrxistin û cûdekariya etnîkî nas bikin ku ji bilî rijandina xwînê tiştek din bi xwe nayîne. Bi paşde gavavêtinê çareserî ne pêkan e. Divê pêkhate nakokiyên xwe bidin aliyekî û rûpela nû ya Sûriyê a li gorî projeya Netewa Demokratîk û biratiyan gelan vekin. Ev proje tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re nameyek şandibû û bang li çalakgerên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê ketibûn grevê kiribû ku çalakiya bi dawî bikin. Girêdayî rewşa Sûriyê jî Ocalan gotibû, "Derfet hebe ez dikarim roleke erênî di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîzim."

Mihsim Ewedullah destnîşan kir ku pêwîste cîhan fişarê li Tirkiyê bike da ku binpêkirin û gefên xwe yên li ser Bakurê Sûriyê rawestîne û ev tişt got: "Di heman demê de divê şert û mercên di girtîgeha birêz Ocalan de were başkirin. Ya baştir zext li Tirkiyê bê kirin da ku wî serbest berdin.”

Mihsim Ewedullah girîngiya ku civaka navdewletî desteka siyasî û civakî bide tecrubeya Rêveberiya Xweser destnîşan kir û got: “Ji bo rewşa jiyanî û xizmetguzarî li herêmê geş bibe, bi vê yekê di projeya siyasî ya Netewa Demokratîk xurtir bibe û bibe bingeha çareseririna aloziya Sûriyê”.

ANHA


Mijarên Din