Daxuyaniyên Rûsya û Tirkiyê yên der barê peywendiyê de li hev nehatin

Daxuyaniyên Rûsya û Tirkiyê yên der barê encamên peywendiya telefonî ya di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Valdemer Putin de li hev nehatin. Rûsya fikarên xwe der barê kiryarên dijber ên terorîstên li Idlibê de anî ziman. Tirkiyê jî got, Erdogan banga  rawestandina êrişên rejîmê kir.

Buroya Ragihandinê ya Kremelin diyar kir serokê Rûsya Vlademir Putin fikarên xwe der barê kiryarên komên tundraw ên li Idlibê de anî ziman.

Di daxuyaniya Krmelin de hate gotin: "Giraniya nîqaşan li ser rewşa herêma kêmkirina şer li Idlibê bû. Serokê Rûsya Vlademer Putin fikarên xwe der barê berdewama kiryarên dijber ên ji aliyê komên tundraw ve anî ziman, her wiha teqezî li ser girîngiya rêzgirtina serwerî û yekitiya xaka Sûriyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdu serokan li ser çalakkirina şêwirên hikûmî yên der barê Idlibê de lihev kirin da ku agirbest pêk were û sînorekî ji xeteriya terorîstan kir.

Di daxuyaniya ji aliyê Tirkiyê ve hate dayîn de hate gotin, "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di peywendiya telefonê de ya bi serokê Rûsyayê Valdemer Putin re  teqezî li ser girîngiya rawestandina êrişên rejîmê yên li Idlibê û bi dawîbûna aloziya mirovî ya li wir kir."

Her wiha hate gotin ku Putin diyar kir ku çareseriya li Idlibê di pêkanîna hemû bendên mûzakeriya Soçî de pêkan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Erdogan û Putin teqez kirin ku ew ê hemû lihevkirinên der barê Idlibê de pêk bînin."

Ev peywendiya di navbera Erdogan û Pûtin de piştî 3 torên diyalogên têkçûyî pêk hat.


Mijarên Din