'Daxwaza ENKS'ê xizmeta planên hikumeta Şamê dike'

Mamosteyên li kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî daxwaza ENKS'ê ya rakirina materyalên bi zimanê kurdî da û destnîşan kirin ku ev daxwaz xizmeta planên hikumeta Şamê dike.

Bertekên li dijî hewldanên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya rakirina materyalên bi zimanê kurdî û vegera li materyalên hikumeta Şamê zêde dibin. Mamosteyên li kantona Şehbayê diyar kirin ku ev hewldan li gorî planên hikumeta Şamê ya ku derbasbûna materyalên bi zimanê kurdî ji bo kantona Şehbayê red dike, tê.

Endama rêveber a Peymangeha Şehîd Viyan Amara, Bêrîvan Omer bal kişand ser pêvajoyên destpêkê yên sepandina fêrbûna bi zimanê kurdî li dibistanên kantona Efrînê û zehmetiyên ku mamosteyan di vî warî de kişandine.

Bêrîvan Omer got: "Bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rojava, me lez da xebatên zindîkirina zimanê kurdî li gund û navçeyan. Ji ber ku bingeha hemû şoreşan ziman e ku me di dirêjahiya salên borî de winda kiribû û ji aliyê rejîma Şamê ve me gelek pirsgirêk hatin derxistin, ji wan pirsgirêkan pirtûk desteser dikirin û nedihişt derbasî Efrînê bibin. Lê bi berxwedanê em li hemberî van pirsgirêkan sekinîn."

Bêrîvan Omer di berdewama axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî daxwaza ENKS'ê ya rakirina materyalên bi zimanê kurdî û vegera li meteryalên hikumeta Şamê da û got: "Piştî destkeftiyên ku me di qada perwerdeyê de bi dest xistine û materyalên kurdî derbasî hemû dibistan, peymangeh û zanîngeh kir, em dibînin ku ENKS'ê daxwaza rakirina vê materyalê û guhertina wê bi materyalên rejîma Şamê dike. Ev siyaset xizmeta hikumeta Şamê dike ya ku hewl dide zimanê kurdî û Şoreşa Rojava tune bike."

Mamoste Mihemed Osman jî diyar kir ku bi destpêka Şoreşa Rojava re, hikumeta Şamê hewl da sîstema perwerdeyê xirab bike, hemleyên rasterast û yên nerasterast li dijî perwerdeyê pêk anîn. Mihemed Osman got: "Bi saya berxwedana xwe me ev hewldan têk birin."

Osman destnîşan kir ku hikumeta Şamê nahêle pirtûkên materyalên perwerdeyê derbasî kantonê bibin ji ber vê yekê pirsgirêkê di warê perwerdeya bi zimanê kurdî derdikevin.

Her wiha da zanîn ku tevî kêmbûna pirtûkan xwendekar di domandina perwerdeya bi zimanê kurdî de bi israr in, ev yek bersiva li hemberî hewldana ENKS'ê ye.

Mamoste Mihemed Osman diyar kir ku daxwazên ENKS'ê xizmeta şoreşa Rojava û sîstema netewa demokratîk nakin û got, ji ber ku ziman bingeha şaristanî û şoreşan e. Her wiha bang li ENKS'ê kir ku ji nû ve li siyasetên xwe binêre û bi pey dijmin nekeve.

(bb)

ANHA


Mijarên Din