'Daxwaza gelan azadiya Ocalan e'

Rewşenbîr û siyasetmedarên li herêma Efrînê gotin, bêdengiya navneteweyî sûcên Erdgoan ên li dijî welatê ku bi saya ramanê rêber Abdullah Ocalan demokrat bûye sererast nake. Ji lew re divê çare ji bo azadiya rêbertî were dîtin, ji ber azadiya wî azadiya tevahî gelan e.

Dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîd girantir kiriye, nahêle hem malbat û hem parêzer serdana wî bikin. Ji ber dewleta Tirk baş dizane ku fikra rêbertî li pêş planên wê dibe asteng.

Girêdayî mijarê, endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrînê Cuma Welo bi bîr xistin ku bi beşdariya gelek dewletên kapîtalîst û rejîmên cîhanî yên hegamon li dijî rêber Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk hat. Ji ber wan dît ku fikra Abudllah Ocalan li dijî berjewendiyên wan ên takakesî xetere ye.

Welo bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û dadgehên edaleta navneteweyî kirin ku tecrîda li dijî şexsê rêbertî yê ku banga aştî, wekhevî, jiyana hevbeş û biratiya gelan dike bi dawî bikin.

Welo tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got: " Divê çare ji bo azadiya rêbertî re werin dîtin, ji ber azadiya wî azadiya tevahî gelan e. Tecrîda li dijî rêbertî jî, tecrîda li dijî tevahî pêkhate û mirovahiyê ye."

Li aliyekî din siyasetmedar Lemya Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîda girankirî re texmîn kir ku fikrê rêbertî ji ser tevahî gelan jî qut bike û got: "Lê ne wisa ye. Ji ber tevahî pêkhate li ser fikir û xeta rêbertî ya ku xwe dispêre aştî û hezkirinê dimeşe."

Lemya Xelef wiha domand: "Bêdengiya navneteweyî ya li ser komployê, berxwedana gelan li hember xwesteka azadiya rêbertî xurtir dike. Li aliyekî din jî qedexekirina dewleta Tirk a serdana malbat û parêzeran ji rêbertî re, berdewama komployê li dijî rêbertî û tevahî gelan e."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrînê Evîndar Heftaro banga hesabxwestina kesên rêbertî girtiye dikin û ev tişt got: "Di tevahî qanûnan de tu mafên kesekî tune ye ku rêberekî daxwaza azadiya gelên xwe dike bigire. Rêbertî daxwaza maf, aştiyê kir û tevahî gel ber bi ronahiya azadiyê xist. Ji 2640’î ve Kurd di koletiyê de dijîn. Tevî ku ew gel aştîxwaz e, baş wateya demokrasî û jiyana hevbeş jî dizane."

Evîndar Heftaro wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Erdogan sûcdar e, divê der barê van sûcan de di dadgeha cinayetê de were muahsebekirin. Bêdengiya navneteweyî sûcên Erdogan li dijî welatê ku êdî tê de demokrasî, biratiya gelan bi saya fikra rêbertî çêbûye,  sererast nake."

(fr)

ANHA


Mijarên Din