Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 789'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana 789’an jî bi hincetên keyfî hate redkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Newroz Ûysal ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 789'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsan hate redkirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hincetên keyfî tê redkirin.


Mijarên Din