Daxwaza malbatan a ji bo çûyîna Îmralî dîsa hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya malbatan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê carekî din dîsa hate redkirin.

Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana wan red kir.

Her wiha Polat Yildirim ji bo bi birayê xwe Hamîlî Yildirim, Alî Konar ji bo bi birayê xwe Omer Hayrî Konar û Sabîha Aslan jî ji bo bi birayê xwe Veysel Aktaş re hevdîtinê çêbikin serî li serdozgeriyê dabûn, dozgeriyê serlêdana wan jî red kir.


Mijarên Din