‘Daxwazên çalakgeran daxwazên me ne’

Kongreya Star şaxê Girê Spî bi daxuyaniyekê bal kişand ser têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê, her wiha piştgiriya xwe heta pêkanîna daxwazên wan tekez kir.

Têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulallh Ocalan ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP`ê Leyla Guven dest pê kiriye, didome.

Kongreya Star şaxê kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji têkoşerên çalakger re tekez kir.

Di daxuyaniya Kongreya Starê de ku li Navenda Kongreya Star ji aliyê yek ji endamên kongreyê Heyfaa Mislim ve hate xwendin, hate ragihandin ku ew ê piştgiriya têkoşîna çalakgrên greva birçîbûnê bikin ku bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û Îmam Şîş dest pê kiriye. 

Daxuyaniyê bal kişand ser ku têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê ku ji wan re mînak e û wiha hat gotin: "Em ê dilsozê we û berdêlên we bin."

Daxuyaniyê her wiha bal kişand ser têkoşîna dayikên girtiyên di zindanên dagirkeriya Tirkiyê de û got: "Dayikan kezebên xwe ji bo azadiyê kirine gorî."

Her wiha daxuyaniyê tekez kir ku berdêlên çalakgran û têkoşîna wan dê li erdê nekeve û wiha hate gotin: "Ji bo daxwazên çalakgeran, em ê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin û tekez dikin ku armancên çalakgran armancên me ne, em ê heta pêkanîna wan li ber xwe bidin."

Daxuyanî bi sloganên "Bijî berxwedan û têkoşîna çalakgran" bi dawî bû.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din