‘Daxwazên çalakgeran pêk neyên, dê grev li cîhanê belav bibe’

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Mihemed Baqî Hesen diyar kir ku roj bi roj hejmara çalakgerên greva birçîbûnê zêde dibe û heke daxwazên çalakgeran pêk neyên, wê ev grev li hemû cîhanê belav bibe.

Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi hezaran çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe berdewam dikin. Parêzerên Ocalan duh eşkere kir ku di 2’yê Gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtinek pêk anîne lê bele KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku tecrîd bi dawî nebûye.

Rojên çalakgeran wiha ne; Leyla Guven 182, Nasir Yagiz 169, çalakgerên di zindanan de 144, çalakgerên li Strasbourgê 143, li Walsê ya Îmam Şîş 143 û Fadîlê Tok di roja 109’emîn de ye.  Rojiya mirinê ya 15 girtiyan li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 9'emîn de dewam dike û rewşa çalakvanan her ku diçe krîtîk dibe.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Mihemed Baqî Hesen tekîldarî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê axivî.

‘Grevên birçîbûnê berxwedana aştiyane ye’

Hesen di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku şêwazên dewleta Tirk ji tecrîdê re êdî ji rê derketine û dive bi lez tecrîd were hilweşandin û got: “Hevdîtina parêzer û malbatan mafê kesên girtî ne. Ev zêdetirî 3 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malbat û parezêran re nikare hevdîtinê pêk bîne. Ev şêwazên dewleta Tirk li dijî mafên girtiyan in. Li dijî tecrîda giran bi hezaran mirov tev li grevên birçîbûnê bûne. Grevên birçîbûnê berxwedana aştiyane ne.”

Hesen diyar kir ku metirsiyeke mezin li ser çalakgeran  çêbûye û got: “Rewşa çalakgeran ketiya qonaxa giran. Bi hezaran mirov di greve de ne. Mixabin heya niha bêdengî ji aliyê hêzên naneteweyî û komeleyên mafên mirovan ên navneteweyî ve heye. Dive hemû sazî bi erkên xwe rabin û li dijî tecrîda li ser rêber Apo derkevin. Heya tecrîd hebe wê grevên birçîbûne jî dewam bikin. Roj bi roj hejmara çalakgerên greva birçîbûnê zêde dibe. Heger daxwazên çalakgeran pêk neyên wê ev grev li hemû cîhanê belav bibin.”

Ji encamên jiyana çalakgeran Tirkiye û saziyên mafên mirovan berpirs in

Hesen destnîşan kir ku ji encamên jiyana çalakgeran dewleta Tirk û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî berpirs in û got: “Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û yên rojiya mirinê rojane çalakî tên lidarxistin. Bi taybet malbatên girtiyan rojanê li qadanin. Lê mixabin dewleta Tirk bi hovanê êrîşî van dayikan û çalageran dikin. dayikên temen mezin îşkencê, lêdan û binçav dikin. Tu zagonan de mafê hovîtiyên bi vî rengî tine ye. Her mafê mirovekî ku derkeve kolanan û daxwaziya xwe bîne ser ziman.  Li Tirkiyê mafê mirovan binpê bûye. Kesên ku gotinên rast dibejê li Tirkiyê tê girtin.  Metirsiyek gelek mezin li ser çalakgeren rojiya mirinê heye. Ji encamên van çalakiyan yên berpisyar dewleta Tirk û saziyên mafên mirovan ên cîhanê ne.”

Di dawiyê de Mihemed Baqî Hesen bang li komeleyên mafên mirovan ên cîhanê kir ku dengê çalakgeran bibihîzin û pêşiya şehadetan bigirin.

ANHA


Mijarên Din