Daxwazên derxistina balyozên hikumeta Wîfaq a Lîbyayê ji dewletên ereban

Rêxistina Edalet û Geşkirinê ya Misrê ji dewletên Ereban û dewletên bakurê Afrîkayê xwest ku ji qebûlkirina hikumeta Wîfaq a Lîbyayê paşve vekişin. Her wiha diyar kir ku ev peyman dê bi rêya Lîbyayê rê li pêşiya destwerdana Tirkiyê di kar û barên dewletên Ereban de veke.

Nerazîbûnên li hember peymana di navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaq a Lîbyayê de bi serokatiya Fayiz El-Sîrac hatiye îmzekirin, zêde dibin.

Rêxistina Edalet û Geşkirinê ya Misrê ji dewletên Ereban xwest ku ji qebûlkirina hikumeta Wîfaq a Lîbyayê paşve vekişin û balyozên wê ji welatên xwe derxin.

Berdevkê fermî yê rêxistinê Zêdan El-Qenayî destnîşan kir ku ev peyman dê bi rêya Lîbya bihêle ku Tirkiye dest li kar û barên dewletên Ereban werde. Her wiha dê Lîbyayê veguherîne cihê kombûna hemû rêxistinên terorê yên tundraw wekî DAIŞ û El-Qaîdeyê û mîlîsên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaq a Lîbyayê.

Rêxistinê her wiha bang li hemû dewletên Ereban kir ku ji qebûlkirina hikumeta Wîfaq a Lîbyayê paşve vekişin û balyozên wê ji welatên xwe derxin û parlemana Lîbyayê ya li Tabirqê weke nûnerê rewa yê gelê Lîbyayê, qebûl bikin.

Rêxistina xwest ku balyozê hikumeta Wîfaq ji Qahîreyê were derxistin û ji qebûlkirina wê hikumetê, paşve vekişin.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din