‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên bi milyonan e‘

Çalakiya konvedanê ya Kongreya Star a Helebê ya bi armanca piştgiriya pêngava grevên birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekî bi dawî bû û bang li jinên cîhanê hate kirin ku têkoşîna li hemberî faşîzma Tirk mezin bikin.

Kongreya Star a Helebê bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişkînin, faşîmê têk bibin û netewa demokratîk ava bikin" bi armanca piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di 5‘ê Gulanê de çalakiya konvendê dabû destpêkirin. Çalakî îro di roja 8‘emîn de bi dawî bû.

Di roja 8‘an de endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û mamosteyên dibistanan beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Kongreya Star Dunya Bekir, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Kewser Pîro û endama Komîna Şehîd Rûbar Qamişlo Fatima Heyder axivîn. Di axaftinan de girîngiya çalakiyên piştgiriya bi çalakgeran re heta destnîşankirin.

Piştî axaftinan daxuyaniya Kongreya Star ji aliyê endama rêveber Hêvîn Silêman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Kongreya Star a Helebê bi diruşmeya ‘Em ê tecrîdê hilweşînin, faşîzmê têk bibin û netewa demokratîk ava bikin‘ bi armanca piştgirtiya çalakgiya grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yagiz û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîngehên Tirkiyê û derve çalakî destpê kir. Çalakî 8 rojan dewam kir. Rojane 40 endam ji saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana çalakiyê dikirin.

Di vê pêvajoya hestiyarî û çarenûsî de pergalên dîktator bi siyasetên xwe yên şofonî her tim hewl didin civakê tine bikin û rê li ber danûstandinên aştiyane û projeya netewa demokratîk ku vîna gelan temsîl dike bigirin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Abdullah Ocalan berdewama dagirkerî û komployên li dijî gelê herêmê yê berxwedêr e, lewma giyanê berxwedanê geş bû û derbasî qonaxa dawî ya hetanî şehadetê bû, 15 têkoşer li pêşberî şehadetê rû bi rû mane û hejmara wan hejî zêde dibe.

Ev îrade û îsrar bingeha xwe ji berxwedana zindanan mîna şehîd Kemal Pîr, Mezûlm Dogan, Mihemed Xêr Durmuş û Sakîna Cansîz digire, her wiha bingeha xwe ji berxwedana Îmraliyê ku Rêbertî veguherandiye akademî û kaniya vîn û fikrê azad digire. Berxwedana ku em qala wê dikin mohra xwe li dîroka mirovahiyê ya li hemberî zulm, serdestî û mêtîngeriyê da. Dewleta Tirk a di qeyraneke aborî û siyasî de ye ji ber vê berxwedanê neçar ma ku destur bide parêzeran da ku serdana Rêbertî bikin. Lê çalakgerên grevê di berxwedana xwe ya li dijî Erdoganê hîlebaz de bi îsrar in.

Li ser vê yekê em bêdengiya civaka navdewletî û cîhanê, hemû rêxistinên mafên mirovan û CPT ku banga mirovahî û demokrasiyê dikin şermezar dikin.

Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bi yekrêzî li ser şopa têkoşer Leyla Guven bimeşin û têkoşna xwe mezin bikin heta hemû komployên dijber vala bêne derxistin û fikr û felsefeya Rêberê netewa demokratîk li nav tevahî gelên herêmê belav bibe. Daxwazên Leylayê daxwaza bi milyonên gelên azadîxwaz e."

ANHA


Mijarên Din