Dayik û ciwanan Kobanê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan

Ciwan û dayikên Kobanê bi armanca piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî çalakiyên dayikên girtiyan meşiyan.

Bi sedan ciwan û dayikên kantona Kobanê di durişmeya" Dagirkeriyê hilweşînin faşîzmê têk bibin kurdistanê azad bikin" bi armanca piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û şermezarkirina îşkenceya ku dewleta Tirk  li dayikên  ku diçin pêşiya zîndana ji bo zarokên xwe ên di grevê de çalakiyan li dar dixin , meşek li dar xistin.

Meş ji pêş parka Kongreya Star a bajarê Kobanê destpê kir û li ber deriyê sînorê dewleta Tirk rawestiya.

Dayik bi laçikên spî  tevlî meşê bûn û alên kongreya Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê û ala ciwanan hildabûn.

Piştî ku meş li ber sînorê Tirkiyê rawestiya, endama Kongreya Star ya Kobanê Semîra Ehmed axivî û got:"Em weke dayikên Kobanê îşkenceya ku dewleta Trik li dayikên me ên Bakur dike şermezar dikin, em kurdên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin ji bo wê çi ji me were xwestin ji bo piştgiriyan çlakgerên greva birçîbûnê em amede ne."

Piştî axaftinê ciwanan û dayikan bi hevre agir li ber sînor pêxistin û bi siloganên" bimre Erdogan, bê serok jiyan nabe" qîr kirin.

(ekîp)

ANHA


Mijarên Din