Dayika Ewêş li 3 cîhan hat bi bîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan, Ewêş di salvegera 26‘an a wefata xwe de li Serêkaniyê, Kobanê û Helebê hat bi bîranîn.

HESEKÊ

Kongreya Star a Serêkaniyê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ewêş di  salvegera 26`an a wefata wê de bi bîr anî û navenda meclisa kongrê li bajarokê Medan vekir.

Kongreya Star a herêma Serêkaniyê meclisek bi nav şehîd Berjîn Çiya li bajarokê Medan bi armanca birêxistinkirina jinan vekir. Bi dehan ji endamên Kongreya Star û endamên meclisên sivîl di merasîmê vekirina navendê de amade bûn.

Mersîma bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Kongreya Star Nehle El-Hindî û Koordînsyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şukriya Murad axivîn.

Axaftvanan dayika Ewêş bi bîr anîn û vekirina meclisê li hemû jinan pîroz kirin.

Her wiha berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin û gotin, daxwazên çalakgeran daxwazên rewa ne.

Kesên axivîn soza şopandina fikr û felsefeya Ocalan heya rizgarkirina jinan ji zihniyeta mêrdestiyê dan.

Piştî axaftinan deriyê navê meclisê ji hêla xwişka şehîd Berjîn Çiya, Xedîce Mihemed ve di nav tilîliyên dayikan de û dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê hate vekirin.

KOBANÊ

Bi heman armancê Kongreya Star a bajarê Kobanê jî civînek li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan jin ji pêkhateyên Kurd û Ereb beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, dayikek bi navê Hedle Mihemed axivî û dayika Ewêş bi bîr anî û destnîşan kir ku ew bi dayika Ewêş serbilind e ji ber ku kesayetek mîna Ocalan aniye dinê.

Hedle diyar kir ku Ocalan sûd ji hêza dayika xwe girt û ew kir jêdera şoreşa jinê û ji bo wê têkoşiya.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên silvakirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.

HELEB

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo bîranîna dayika Ewêş civînek li beşê rojavayê taxê li dar xist.

Di civîna ku bi sedan jin beşdaran bibûn de bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên TEV-DEM Raperîn Cûdî û Kongreya Star Nehla Mustefa axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku "Di dîrokê de gelek şîrove û pênase ji bo dayikan derketin, di ol de dibêjin buhişt di bin lingê dayikan de ye. Rêbertî jî dibêje dayik civak bi xwe ye û rastiya vê yekê di kesayeta dayika xwe de nas kir."

Kesên axivîn diyar kirin ku" Rêbertî rêya azadî û têkoşînê nîşanî jinan kir, sembolên vê yekê di têkoşîna jinên Kurd ên têkoşer Zîlan, Bêrîtan û Gulê Selmo diyar dibin."

Di axaftinan de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û wekî semola jina azad bi hat bi navkirin.

Di dawiya civînê de senevîzyoneke li ser axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jin û dayikê de hate pêşandin.

Civîn bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din