Dayika Fîda çanda koçran diparêze

Dayîka Fîda jiyana koçeran jiya û hina dijî. Çanda pêşiyên xwe diparêze û sewalan xwedî dike.

Ruxmî dijwabûna jiyana koçeran û veguhestina di navbera bajaran de ji bo peydakirina jêdera qutê û mêrgehan ji sewalan re, lê jiyana koçberî û şivantî li cem koçeran wek çandek zikmakî tê hesibandin.

Di jiyana koçeran de rola jinê li pêş e. Ji ber ku hîma sereke ya parastina çanda zikmakî ye. Bi saya wê ev çand heya niha maye.

Dayîka Fîda El-Hibhib (75) mînakek zindî li ser jina ku zehmetiyên jiyanê tehemul dike ji bo ku debara zarokên xwe peyda bike. Her wiha dayîka Fîda çanda jina koçber parast.

Dayîka Fîda ji gundê Koz Mezin ê girêdayî navçeya Til Koçber e. Niha tevî zarokên xwe li gundê Hinewiyê yê girêdayî herêma Dirêkê dimîne. Ji ber ku di biharê de li vir mêrgeh peyda dibin.

Temenê wê yê mezin, bandor li karîna wê di çêrandin û dutina pez de kir. Lê dîsa jî dev ji karê xwe berneda. Ji ber ku temenê xwe(emrê xwe) di vê warê de borand. Dayîka Fîda di mal de şîr ji hev derdixîne hinek dikir penêr û hinek dike mast û berhemên wê, da ku debara xwe peyda bike. Şîr û berhemên wê jêdera sereke ya quta malbata wê ye.

ANHA’yê serdena gundê Henewiyê kir. Dayîka Fîda dema li ser amûra cudakirina şîr û rûn dixebitî ji ajansê re axivî û nîşaneyên rehetbûn û mezinbûnê lê belî dikirin.

Dayîka Fîda got: "Mirov nikare bê kar bijî. Lewra ez dev ji çêkirina şîr û hilberînên wê bernadim. Piştî cudakirina şîr û çêkirina mast, penêr, rûn û hwd em wê di nav sûka Dêrikê de difroşin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din