Dayika Hevrîn bang li NY’yê kir: Çima hûn piştevaniya kujerên zarok û jinan dikin?

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed diyar kir ku Erdogan û çeteyên wî şerê vîna gelê herêmê dikin û bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’yê kir: "Hûn li ku derê ne? Çima hûn kiryar û binpêkirinên Erdogan paşguh dikin û çima piştevaniya kujerên zarok û jinan dikin?.

Îro şandeyek ji endamên Saziyên Civaka Sivîl, Saziya Malbatên Şehîdan, Kongre Star, partiyên siyasî, mamosteyên bajêr pêk dihat, serdana konê çalakiyê yên şêniyên Serêkaniyê yê ku li pêş Navenda Komseriya NY’yê ya Kar û Barên Koçberan a li bajarê Qamişlo yê ku hatiye vegirtin, kir.

Şandeya bajarê Dêrikê serdana konê çalakiyê kir. Ji nava şandeyê dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed axivî û wiha got: "Erdogan dest bi dagirkirina çiyayên Gabarê kir, her wiha Efrîn û îro jî Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kiriye. Ji lewre em jê re dibêjin, heke berjewendiyên te dagirkirina tevahî cîhanê ne, tu nikarî vîna me bişkînî. Vîna gelê ku bi hesreta azadiyê ye, têkoşa û hê jî ji bo azadiyê  û jiyana birûmet têdikoşe."

Sûad Mihemed anî ziman ku Erdogan û çeteyên wî şerê vîna gelê herêmê dikin. Sivîl, zarok, pitik, jin û siyasetmedaran hedef digirin û ev jî nîşaneya vê yekê ye. Her wiha jî Sûad Mihemed bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’yê kir: "Hûn li ku derê ne? Hûn çima kiryar û binpêkirinên Erdogan paşguh dikin û çima piştevaniya kujerên zarok û jinan dikin?.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mihemed wiha bi dawî kir: "Bila tevahî cîhan bizane, gelê herêmê di berxwedana xwe de bi israr e. Dê bi hev re bidomînin û bi ser bikevin. Erdogan vê yekê dizane, NY’yê û rêxistinên mafên mirovan jî dibînin ku çawa dayika Eqîde û têkoşer Hevrîn, ew jinên ku ji bo rawestandina xwerijandina têkoşîne, bi xwînsarî bi destê çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din