Dayika şehîd di merasîmê kurê xwe de: Divê PDK`ê tev li qetilkirina gelê xwe nebe

Dayika şehîd Çayan Efrîn di merasîmê oxirkirina kurê xwe de got, li ser hesabên ked û xwîna şehîdan peyman hene û bang li PDK'ê kir ku tev li planên qetilkirina gelê xwe nebe.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  Hisên Reşîd (Çayan Efrîn) yê di encama qezayeke trafîkê de gihaşt asta şehadetê bi merasîmekê li goristana Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo spart axê.

Merasîm bi deqak rêzgiritin dest pê kir, paşê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Saroxan axivî û ev yek anî ziman:"Tevî peymanên agirbestê yên Tirkiyê bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine, lê artêşa Tirk a dagirker hîn jî êrişên xwe li ser  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û peymanan bin pê dike."

Ebdulkerîm Saroxan da zanîn ku dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê peymanan bin pê dike û  got ku ev bêdengî ji bo civaka navneteweyî şermeke.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî diya şehîd Emîna Hisên hate kirin. Diya şehîd jî axivî û wiha got: "Bi saya şehîdan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin."

Emîna Hisên di dawiya gotina xwe de ev yek got: "Li  ser hesabên ked û xwîna şehîdan peyman tên îmzekirin, peymana di navbera Bexda û PDK`ê de ya bi sponseriya dewleta Tirk a li ser Şengalê mînake herî ber bi çav a vê yekê ye. Ji ber vê yekê divê PDK`ê hişyar bibe û tev li qetilkirina gelê xwe nebe."

Cenazeya şehîd Çayan Efrîn li goristana şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din