Dayika Şehîd Mihyedîn Gulo: Tohildana şehîdan ji bo me serkeftineke

Dayika şehîd Mihyedîn Gulo, Şemsîxan Gulo têkildarî çalakiyên tohildanê ku QSD'ê  li dijî leşkerên Tirk ên dagirker pêk anîne  diyar kir ku ew bi çalakiyên tolhildana şehîdan re û got “Tolhildana şehîdan ji bo me serkeftineke”

Duh Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo tolhildana şehîdan, wan li dijî artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê 3 çalakiyên bi bandor kirin, di encamê de 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û herî kêm jî 2 birîndar bûn.

Ev daxuyanî jî piştî ragihandina Operasyona Sondê hatin kirin ku QSD tê de, soza tolhildana şehîdên xwe daye.

Dayika şervanê Hêzên Erka Xweparastin Şehîd Mihyedîn Gulo yê ku 6`ê vê mehê di encamê bombebarana dewleta Tirk a dagirker a  li ser Qamişloyê, şehîd bûbû, Şemsîxan Gulo ji ajansa me re axivî. Şemsîxan Gulo dayika şervanê YPG'ê Nûredîn Gulo ye ku di sala 2013`an de li Helebê şehîd bûbû jî.

Şemsîxan Gulo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji Kobanê dest bi êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek kiriye, heta roja îro jî li seranserî Rojavayê Kurdistanê digere û welatiyan şehîd dixe û got: “Bi wan balafiran zarok, sivîl, şervan û welatiyan bi temen dike hedef. Gelê Rojava bi xwe rêveberiya xwe dike, zarokên wê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê û komkujiyên ku niha pêk tên xwe diparêzin.”

Li ser çalakiyên rakirina tola şehîdan ku QSD'ê pêk anîne, Şemsîxan Gulo wiha got: “Bi van çalakiyan baweriya me bi QSD'ê xurtir dibe û moralê min pir bilind bû. Hêzên navneteweyî yên li Rojavayê Kurdistanê dixwazin warê me vala bikin û ji xwe re sererd û binerdê wê qezenc bikin, mîna li Efrînê û Şengalê ku komkujiyan bi serê me bînin û gelê me jî bi neçarî koçber bikin. Ev jî xewna wan e, bi şervan û ciwanekî ma be, em li ser fikra şehîdên xwe û rêber Apo bimînin.”

Şemsîxan Gulo bal kişand ser nêzîkbûna salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê û got: “Guleya yekemîn ku li Kurdistanê hat teqandin, ji bo rûmeta cîhanê û jiyankirina wekhev ya gelan bû. Gelê Kurd mohra xwe li dîrokê xistiye, ên dixwazin û naxwazin wê bi neçarî itrafê bi dîroka kurdan bikin. Em tu carî gav paşde navêjin, her carê wê gava me li pêş be.”

Şemsîxan Gulo got: “Em serkeftinê ji Hêzên Sûriya Demokratîk re dixwazin, gel û malbatên şehîdan hemû piştgiriya wan dikin. Beriya ku bersiva QSD'ê li hemberî dewleta Tirk be, wê li hemberî gelê ku niha çavên xwe ji van êrişan re digirin re be.”

Şemsîxan Gulo destnîşan kir ku dijmin çi qasî komên çete ji bo têkbirina wan birêxistin bike jî, nikare vîn û berxwedana gelan li Rojavayê Kurdistanê têk bibe û wiha pê de çû: “Bi van êrişan dixwazin DAIŞ`ê ji nû ve birêxistinbikin, ev ê ku îro rê li ber hedefgirtina zarokên me vedikin bi xwe çeteyên DAIŞ`ê ye.”

Şemsîxan Gulo wiha pê de çû: “Heke ew kes mêrxas bin bila werin li ser rûyê erdê li hemberî hêza me derkevin, me ji berê ve biryara xwe bi QSD`ê re daye.”

Di dawiya axaftina xwe de  Şemsîxan Gulo got: “Sonda me berdewama şer e, tolhildana şehîd û qehremanan ji bo me serkeftineke.”

ANHA


Mijarên Din