Dayika şehîd Xalid: Ez serbilind im ku bûm dayika şehîdan

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Xalid Xelef ku di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Zirganê de şehîd bûbû, oxir kir. Dayika Xalid di merasîmê de got “Ez serbilind im ku bûm dayika şehîdan."

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê Xalid Xelef (Egîd) ku di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Zirganê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û bi karwanekî ji dehan erebeyan berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.

Li goristanê merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Hêzên Parastina Cewherî Egîd Dirbêsiyê sersaxî ji malbata şehîd Xalid re xwest û wiha axivî: " Tevî ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de hemî cureyên çekan û yên kîmyawî jî bi kar anî, lê belê nikarî vîna me têk bibe. Em radest nabin û em ê ta nefesa dawî li ber xwe bidin."

Dayika şehîd Xalid Sultanê Fetah jî soza şopandina rêya lawê xwe da û wiha got: " Beriya ku şehîd bibe, lawê min Xalid ji min daxwaz kir ku dema ew şehîd bibe ez serê xwe bilind rakim. Ez ji cîhanê re dibêjim ku lawê min ji bo parastina welat û rûmeta xwe şehîd bû. Ez jî serbilind im ku bûm dayika şehîdan."

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Silêman Xelîl wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Piştre di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê şehîd Xalid Xelef li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate oxirkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din