Di 2`yê Kanûnê de (pêr) artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, komkujiyek li ser zarokên efrînî pêk anî. Di encamê de 10 sivîl ku 8 jê zarok bûn, şehîd bûn û zêdetirî 10 sivîlan jî birîndar bûn.
Hejmarek ji birîndarên komkujiyê û dayika yek ji zarokên birîndar, dîtinên xwe yên komkujiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî nerazîbûnên mezin û bêdengiya navdewletî hat, vegotin.
Zarokê bi navê Ilyas Hesûn ku ji lingê xwe birîndar bû, wiha dibêje: "Ez û birayê xwe li pêşiya malê bûn, me dengekî bilind bihîst. Ez bi parçeyên topan birîndar bûm, lingê birayê min jî qut bû."
Dayika zarokan Fatima Betal jî wiha got: "Saet 2`yê nîvro bû. min dengekî bilind bihîst, ez bezîm li zarokên xwe bigerim, min parçeyên belavbûyî dîtin."
Fatima wiha dewam dike: "Em bi darê zorê ji Efrînê derketin. Artêşa Tirk a dagirker hîna jî bi ser me de topan dibarîne. Em sivîl û koçber in."
Fatima bi dilekî şewitî ev pirs pirsî: "Çima dagirker me topbaran dike? Çima zarokên me dikuje? Dagirkeriya dewleta Tirk ji Kurdan çi dixwaze? Ew şerê terorîstan nake, ew komkujiyan li ser zarok û gel pêk tîne û wan qir dike."
Dayika her du zarokên birîndar bêdengiya dewletên mezin ên wekî Rûsya û Amerîkayê li hember sûc û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kir.
Bavê zarokan (Ilyas û Edhem) jî wiha got: "Topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê zarokekî min birîndar kir û lingê yê din jê kir."
ANHA