Dayikên Gerîla: Fedekariyên ciwanên me yên li Garê, hêza me xurtir dike

Dayikên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) serkeftina Garê li rêber Abdullah Ocalan, pîroz kir. Dayikan serbilindiya xwe bi fedekariya keç û xortên xwe anî ziman ku dewleta Tirk çiyayên Başûrê Kurdistanê dike hedef, siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê digire û bi hewldana tunekirina gelê Kurd sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Artêşa Tirk a dagirker di 10'ê Sibatê de bi çekên pêşketî êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir. Piştî berxwedana 4 rojan gerîla êrişên wan têk birin û serkeftina berxwedana xwe ya li hember hovîteya dewleta Tirk ragihand.

Şêniyan êrişa li dijî herêma Garê şermezar kir, her wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina gerîla li dijî dagirkeriya Tirk anî ziman. Girêdayî mijarê dayikên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ji ANHA`yê re axivîn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/24/211650_-.jpg

Xirme Elî Xelef dayika gerîla Hêvîdar Tirbespiyê, ku di 2013'an de tev li refên gerîla bûye, serkeftina HPG'ê li çiyayên Gerê ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Xirme Elî Xelef wiha domand: "Zarokên me ji bo jiyaneke azad, rêya şehadet, azadî û parastina axa Kurdistanê, ji xwe re bingeh girtin."

"EM BI BERXWEDANA KEÇ Û XORTÊN XWE SERBILIND IN"

Dayika gerîla Hêvîdar piştrast kir ku berxwedana keçê wê hêza wê bilind dike û got: "Ji bo ku gelê Kurd û gelên herêmê azad bijîn, keçên me her tim amade ne ku li tevahî parçeyên Kurdistanê, şer bikim."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/24/211739_-.jpg

Ji aliyê xwe ve Mûntehe Xelîl Abdullah dayika gerîla Arîn ku di 2012'an de tev li gerîla bûye got: "Arîn fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo rêya berxwedanê ji xwe re kir bingeh.”

Mûntehe Xelîl Abdullah piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî herêmên Parastinê yên  Medyayê de, bi bin ket.

Mûntehe Xelîl Abdullah wiha axaftina xwe dom kir: "Şikestina berxwedana Gerê xewna Erdogan bû, lê her êrişek berxwedana gerîla xurt dike ku hêza xwe ji fedekarî û xwîna şehîdan digirin."

Mûntehe Xelîl Abdullah bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a bi armanca qirkirina gelê Kurd û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk çiyayên Başûrê Kurdistanê dike hedef, siyasetmedarên li Bakur digire, her wiha bi armanca qirkirina gelê Kurd sûcan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne."

Muntehe Xelîl Abdullah di dawiyê de piştrast kir ku ew dê şopdara rêya keça xwe be û heta bidestxistina azadiyê, dê tê bikoşe.

(dx)

ANHA


Mijarên Din