Dayikên Kobanê êrîşa li hember dayikan şermezar kir

Dayikên Kobanê êrîşa polîsên dagirkeriya Tirk a li dijî Dayikên Aştiyê ku li pêş girtîgehên Tirkiyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de çalakiyan li dar dixin, şermezar kir û got “Dê Erdogan bi van êrîşên ku li dayikên me dike, nekare çalakiya dayikan bisekinîne.”

Dayikên Kurd ên  ku li Bakurê Kurdistanê, di van demên dawîn de berê xwe didin zindanên ku zarokên wan tê de dest bi rojiya mirinê kiriye û çalakiyan li pêşiya zindana li dar dixin. Lê belê dewleta Tirk a dagirker li pêşiya zindanan îşkence li dayikan kir û li wan da.

Ji bo vê yekê li seranserê Rojavayê Kurdistanê dayik ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û şermezarkirina êrîşa li ser dayikan, çalakî li dar xistin û dest bi meşan kir.

Der barê mijarê de yek ji dayikên Kobanê ya bi navê Emîna Mislim Xelîl a beşdarî meşa dayikan bûye, wiha got: "Em wek dayikên Kobanê lêdana ku dewleta Tirk li dayikên me dike, şermezar dikin. Em dibêjin çima hêzên navneteweyî li hember terorîzma Erdogan bê deng mane, ma Erdogan bi kîjan heqî îşkenceyê li dayikên me ên temenmezin dike?"

Her wiha dayika bi navê Xedîca Elî axivî û got: "Dayikên me yên li Bakur ma çi kirine, ma ne tenê  dixwestin zarokên xwe yên di rojiya mirinê de bibînin? Lê Erdogan dayikên temenmezin dan îşkencekirin û dest û lingên wan şikandin, ka dewlet û saziyên mafên mirovan ên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin? Çima sînorekî ji dewleta Trik re danaynin û bêdeng mane? Tevî vê yekê jî heger bi me dayikên Kobanê mabe jî em ê li hember dewleta Tirk bisekinin û çi ji me were xwestin, em amade ne."

Dayika bi navê Edla Bekir jî bal kişand ser çalakvanên greva birçîbûnê û got: "Ev demek e gelek çalakgeran dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye lê tevî wê yekê jî hemû dewlet bê deng in, dayikên Bakur ên ku zarokên wan dest bi rojiya mirinê kiriye, çûn zindanan û çalakî li dar xistin lê dagirkeriya Tirk destê xwe avêt nava porê dayikan û lêdan li wan kir, lê bila Erdogan baş bizane ku em Kurdên îro ne, ne yên berê ne. Ji bo wê jî serkeftin her tim a me ye û binketin jî ya Erdogan e."

Dayikan da dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku ji bo van dayikan li ber xwe bidin.

(sn)

ANHA  


Mijarên Din