​​​​​​​Dayikên şehîd Hevrîn û Ferhad: Yek ji me bimîne jî dê li hember dewleta Tirk bisekine

Dayika şehîd Hevrîn Xelef û dayika şehîd Ferhad Şiblî teqez kirin ku ew ê li ser şopa zarokên xwe bin û li hember planên qirkirinê bisekinin. Her du dayikan bang li hevkarên dewleta Tirk kirin ku dev ji xeta xiyanetê berdin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî serkeftina projeya Rêveberiya Xweser di pêkanîna civakeke hevgirtî de, dewleta Tirk a dagirker dest bi hedefgirtina kesayetên welatparêz yên civakê bi rêxistin û perwerde dikin, kir. Hedefkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî mînak in.

Bi destpêkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî  re di 12`ê Cotmehê 2019`an de, çeteyan li ser rêya M4 sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi rêbazekî hovane şehîd xist.

Ji bo heman armancê, dewleta  Tirk gelek têkoşer kirin hedef, di nav de endamên Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne Weysî li Kobanê, Yusif Gulo û neviyên wî li Qamişlo, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fehad Şiblî di 17`ê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê.

Bi oxirkirina her şehîdekî/ê re, gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz didin şehîdan ku şopa wan berdewam bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

'TIŞTA KU ZAROKÊN ME DEST PÊ KIR EM Ê TEMAM BIKIN'

Dayikên her du şehîdan Ferhad û Îsam Şiblî, Şirîn Omer got hedefgirtina kesayetên welatparêz ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, îflasbûna Tirkiyê li ser asta hundir û derve nîşan dide û got “Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze gelê herêmê bitirsîne. Lê nizane ku mîna van êrişan israr û vîna me xurttir dike. Em ê rêya têkoşînê berdewam bikin ku zarokên me dest pê kiriye.”

Yadê Şirîn Omer destnîşan kir ku şehîdxistina kurê wê Ferhad ê ku ji bo dermankirinê çûbû Başûrê Kurdistanê, teqez dike ku hikumeta Başûr û Koalîsyona Navneteweyî bi pêşengiya NATO, hedefgirtina kesayetên niştîmanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kiriye.

Yadê Şirîn Omer wiha domand: “Li beramber hedefgirtina her kesayetekî/ê, têkoşîna şêniyên herêmê mezin dibe. Heger kesek tenê bimîne jî dê li hember makîna şer a dewleta Tirk bisekine. Em dizanin ku ev kirin delîla bêçarebûn û îflasbûna Tirkiyê ye. Em ê têkoşîna zarokên xwe temam bikin. Ger bê xwestin, em dayikên şehîdan çek rakin û li dijî Tirkiyê û aliyê pê re bisekinin ku dixwazin kurdan qir bikin.”

Dayika herdu şehîdan, Şirîn Omer bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re di hedefgirtina zarokên wan, bazirganiya li ser xwîna şehîdan û kuştina ciwanên kurd de berde. Yadê Şirîn wiha pê de çû: “Rêya xiyanetê kin e. Rêya azadiyê dirêj û bêdawî ye. Dîrok têkoşîna kurdan a azadiyê dinivîse. Dîrok dê xayînên doza kurdî lanet bike.”

'BI DÎLGIRTINA RÊBER OCALAN RE QIRKIRINA KURDAN DEST PÊ KIR'

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa bang li civata navneteweyî kir ku rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze kurdan qir bike, her wiha bang li hevkarên dewleta Tirk kir ku vegerin yekitiya kurdan û nebin sedema binkeftina armancên şoreşê û got: “Di pêşerojê de dê cihê xayînan li ser axa Kurdistanê tune be.” 

Yadê Suad Mistefa îşaret bi qetilkirina kesayetên nîştimanî û siyasî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve kir û ev li gotina xwe zêde kir: “Hedefgirtin, beşek ji hewldanên qirkirina kurdan e ku hemwextî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye û hîna heta îro berdewam e.”

Dayika şehîd Hevrîn Xelef diyar kir ku bi hedefgirtina kesayeta rêber Ocalan xwestin vîna gelê Kurd bişikînin û şoreşa wan têk bibin mîna ku şoreşên kurdan ên berê bibin xistin. Dayika Suad anî ziman ku bi saya fikirê demokratîk û azad ê rêber Ocalan ku di nava gelan de belav bû, komplo têk çû.

Yadê Suad Mistefa behsa çalakiya fedayî ya şehîd Zeyneb Kinaci (Zîlan) ya li hember komploya navneteweyî kir û got: “Şehîd Zîlan di 30`yê Hezîrana 1996`an de çalakiyeke fedayî li dijî leşkerên dagirkeriya Tirk pêk anî û di encamê de 18 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn. Şehîd Zîlan bi vê yekê peyamek da ku jinên Kurd dê rêya azadiyê ya rêber Ocalan berdewam bikin.”

Yadê Suad Mistefa anî ziman ku NATO destekê dide dewleta Tirk û got: “Li cem gelê me, fikrê rêber Ocalan, qêrîna şehîdan Mezlûm û Xeyrî di girtîgehên Tirkiyê de, heye. Berxwedana di girtîgehan de heta îro berdewam e. Em dizanin ev berxwedan li hemberî hewldanên qirkirina kurdan e ku bi hevkariya gelek aliyên kurdî pêk tê, çawa berê kirin, niha jî dîsa dubare dikin.”

Der barê şehîdxistina Hevrîn Xelef de dayika wê got: “Ev êrişa hovane ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, hestên cîhanê bi giştî livand. Lê dîsa jî hesab ji Tirkiyê nexwest û rê li pêşiya wê negirt ku rojane bi balafirên xwe yên bêmirov ên biçek gelên herêmê dike hedef.”

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa sedemên hedefgirtina jinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, vegerand hêza jinan ku ala şoreşê bilind kir û doza gelê herêmê gihand cîhanê û got: “Dewleta Tirk bi hedefgirtina jinan, armanc dike hegemoya mêtinger li gelên herêmê ferz bike. Keça min qetil kir, lê li şûna wê bi sedan navê Hevrîn hilgirtine.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din