Dayikên şehîd û şervanan êrişên li ser Heftanînê şermezar kirin

Dayikên şehîd û şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Heftanînê şemezar kirin û destnîşan kir ku hedefa dewleta Tirk şikandina vîna gelê Kurd e. Her wiha bang li aliyên pêwendîdar kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 16’ê Hezîranê de êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê bi taybet Heftanînê dike. Her wiha herêmên ku tê de şênî hene, hedef digire da ku serweriya xwe zêde lê bike. Lê şervanên HPG bersiva êrişan didin û têk dibin.

Girêdayî mijarê dayikên şehîd û şervanên li kantona Qamişloyê daxuyaniyên şermezarkirinê dan, her wiha wêneyên zarokên xwe yên şehîd û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

QAMIŞLO

Endama Kongreya Star Nisrîn Heyder daxuyanî li pêş avahiya Komseriya Penaberan a li taxa Siyahî ya Qamişloyê xwend.

Daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk ji dîrokê ve tên nasîn ku dewleteke kujer e. Xwe li ser zihniyeta qirkirina çanda gel û rijandina xwînê ava kir, tevahî rêbazên şerê taybet li dijî civak û jinan pêk anî da ku dagirkeriya xwe li Rojhilata Navîn fireh bike.

Em dayikên şehîd û şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Heftanînê ku hedefên wê şikandina vîna gelê azadîxwaz e û bi felsefeya biratiya gelan bawer kiriye, şermezar dikin.  Dewleta Tirk li pêş çavên tevahî cîhanê qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Ji lew re bang li tevahî rêxistinên jin û mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî der barê van êriş û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gelên herêmên pêk tîne, rabin."

DÊRIK

Bi dehan dayikên şehîdan li Qada Şehîdan a li naverasta Dêrikê kom bûn ku tev li daxuyaniyê bin. Endama Kongreya Star Daristan Domo daxuyanî xwend.

Girêdayî heman mijarê, dayikên şehîdan ên li navçeya Girkê Legê daxuyanî li pêş Meclisa navçeyê da. Hevseroka Meclisa navçeya Girkê Legê Newroc Ehmed daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Tevahî gel ji sûcên dewleta Tirk a faşîst bê par neman. Dewleta Tirk şerê taybet li dijî civak û jinan bi kar anîn. Da ku şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çeteyên xwe têk bibe.

Dewleta Tirk bi rêya destwerdana li Yeman, Lubnan, Lîbya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya xwe ya hundirîn derdixe derve.

Rêxistinên navneteweyî, mafên mirovan û rêxistinên jinan li hember van hemû sûcan bê deng in, her wiha dayikên şehîdan bang li rawestandina van komkujiyên li Başûrê Kurdistanê, herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê yên li dijî jinan kir.

Em dayikên şehîdan bombebarana dewleta Tirk a hovane li dijî Heftanînê û hedefgirtina sivîl û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin."

TIBESPIYÊ

Endama Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Cewahir Temûz daxuyaniya dayikên şehîdan a şermezarkirinê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk ji sed salan ve bi hovîtiya xwe tên nasîn. Her wiha ji dema xîlafeta Osmanî ve hewl da û hê jî hewl dide tevahî herêmê derdor dagir bike. Ji ber xwe li ser çewisandin û qirkirina dîroka gelên dîtir ava kir û çanda xwe ya dagirkeriyê belav dike. Îro jî bi bombebarankirina Heftanînê hewl dide desthilata xwe ya xaka Kurdistanê fireh bike.

Em dayikên şehîd û şervanên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiya û herêma Heftanînê şermezar dike. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, mafên mirovan û dewletên ewropî dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd rawestîne."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Heftanînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din