Dayikên şehîdan: Êrişên dewleta Tirk ên li dijî gorên şehîdan sûcekî dermirovî ye

Dayikên şehîdan ên ji Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gorên şehîdan şermezar kirin û got sûcekî dermirovî ye.

Artêşa Tirk a dagirker bi mebest gorên şehîdan ên li gundê Hesbestê yê girêdayî Hezex ê Bakurê Kurdistanê wêran kirin, her wiha berê jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagir kirine, gorên şehîdan wêran kirin.

Dayikên şehîdên ên li bajarê Minbicê ji ANHA’yê re axivîn û kiryarên dewleta Tirk ên li hember gorên şehîdan şemezar kirin.

Meha Abdullah dayika şehîd Casim Qere Mihemed e ku di hemleya rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên wêrankirina gorên şehîdan şermezar kirin. Meha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker berpirsê vê yekê ye û wiha got: "Zarokên me yên şehîd ev herêm ji çeteyên bi piştevaniya Tirkiyê rizgar kir, lê belê bila dagirker bizane ku çi qas wêran kir û gendelî li welat çêkir dê ji nû ve ava bikin."

Edla Îbrahîm got şehîd pîroz in û nahêlin dewleta Tirk a dagirker derbasî goristana şehîdan a paqij bibe û kiryarên xwe yên dermirovî û derexlaqî pêk bîne, her wiha tiştên kirine jî sûcê şer in. Edla destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker mîna çeteyên DAIŞ’ê di dema serweriya wan li herêmên Sûriyê de gorên şehîdan wêran kirin.

Cîhan Mihemed jî binpêkirinên dagirkeriyê şermezar kirin û piştrast kir ku wan kezeba xwe di oxira rizgarkirina xakê ji çeteyan de daye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din