Dayikên sozdar ên şervanên welat

Gelek çîrokên malbatan hene ku dîrok nikare di rûpelên xwe de paşguh bike. Di navbera sînorên êş û serkeftinê de zarokên xwe bi rê kirin da ku tax û gelê xwe biparêzin. Berxwedana wan li hember tevahiya êrîşên 6 salan di hundirê taxa xwe ya biçûk de wateya gelê berxwedêr diyar kir.

Wateya gelek hevokan tenê dayikên ku çek kiriye hevalê zarokên xwe, ji bo parastina xak û taxa xwe dizanin. Zarokên xwe li ser rêgeza ‘yan serkeftin an şehadet’ mezin kirin. Mîna çîroka dayika Meryem a ku welatparêzî û berxwedan di dilê zarokên xwe de çandiye.

Di berxwedana ku ji beriya 6 salan ve hîna berdewam de, çîrokên malbatên ku hîna li ber xwe didin da ku şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê biparêzin û tevahiya hîmen jiyanê yên xedemî û civakî peyda bikin, hene.

Ji wan yek jî dayika Meryem Hemo ye. Dayika Meryem 49 salî ye û dayika 6 zarokan e, ji zarokên wê 2 şervanên YPG`ê ne. Dayik wek endameke rêveber cihê xwe di Komîna Xeta Şehîd Şîlan de li beşa rojhilatê taxê girtiye.

Hezkirina welat û vîna xurt, bûn sedem ku Meryem tevgera welatparêz di salên 90’î de nas bike. Bi awayekî veşartî ji ber zextên rejîma Sûriyê di nav têkoşîna gel de li taxê kar dike.

Meryem di dirêjahiya şerên li taxa Şêxmeqsûd de têkoşîne xwe berdewam dike û roleke mezin di belavkirina hişyarkirina jinên taxê de ji şerê taifî ku Tirkiyê hewl dida bi rêya çeteyên xwe yên ku bi agahiyên derew di nav şêniyan de derxe, dilîze.

Dayika Meryem di hevpeyvîna li gel ANHA’yê de wiha dibêje: "Ji ber soza ku min daye şehîdan û rêber Ocalan, ez karê xwe di komînê de ji bo xizmeta gelê xwe berdewam dikim."

Sîpan û Ocalan rêya dayika xwe dişopînin

Ebdurehman Elî bi nasnav Sîpan Heleb û Ocalan Elî bi nasnav Zagros Rojava li du şopa dayika xwe Meryem ji bo parastina taxê dimeşin. Ji destpêka aloziyê ve heya ku çete digihîjin taxê, Sîpan cihê xwe di bendên kontrolê de li rex ciwanên taxê li dora taxê û nobetdariyên êvarê li taxên şaxî digire.

Di sala 2013`an de piştî ku aloziya Sûriyê digihîje tixûbên taxa Şêxmeqsûd, Sîpan dibe şervan û li rex ciwanên taxê di eniyan de cih digire. Sîpan tev li şerên ku li Şiqeyf, Muxabarat, Çerxerêya El-Cendûl û Seken Şebabî dibe, heya ku di navîna sala 2016`an de bi ser dikevin.

Di 10`ê Sibata 2018`an de Sîpan berê xwe dide kantona Efrînê, bi taybet navçeya Bilbilê gundê Sairiya. Li wir ji lingê xwe yê rastê birîndar dibe. Sîpan ji ajansa me re wiha axivî: "Gelek zor e mirov dest ji çeka xwe berde, dema bihostek ji xaka Sûriyê di bin dagirkeriya çeteyan de be yên ku hewl didin wê parçe bikin û şêniyên wê koçber bikin."

Ocalan kurê sêyem ê malbatê ye, li ser şopa birayê xwe yê mezin Sîpan dimeşe û tev li YPG`ê dibe. Ocalan heya 6 mehan cihê xwe di Tevgera Ciwanên Şoreşger de digire, lê ji ber giyanê xwe yê berxwedêr, ji bo parastina taxê di sala 2014`an de tev li YPG`ê dibe.

Di êrîşên çeteyan de sala 2016`an şer li eniyên Seken Şebabî gelekî dijwar dibe. Ocalan û  hevalên xwe di nuqeteyeke stratejîk de cih digirin û bi tevahiya cureyên çekan têne hedefgirtin heya ku avahiya ku 6 hevalên wî lê bi cih bûye, tê teqandin. Avahî hildiweşe  û her 6 heval şehîd dikevin. Qada ku heval lê şehîd bûne, bi navê Ebû Şiyar hate binavkirin. Wê demê Ocalan soza tolhildana hevalên xwe dide.

Ji taxa Şêxmeqsûd ber bi Reqaya rizgarkirî ve

Ocalan soza tohildana ji 6 hevalên xwe re yên ku li Qada Şehîd Ebû Şiyar şehîd dikevin ji bîr nake û di havîna 2017`an de berê xwe dide paytexta xîlafetê ya DAIŞ`ê bajarê Reqayê. Li wir heya ku bajêr ji DAIŞ`ê rizgar dikin, şer dike. Ocalan tevlêbûna xwe di şerên rizgarkirina Reqayê de wiha vegot: "Dema ala QSD`ê li Reqayê hejiya, wê demê tê gihîştim ku min beşek ji soza ku min daye, aniye cih."

Di dawiyê de Sîpan Heleb û Ocalan tekez kir ku  xwarinên dayikan di dema şer de amade dikirin û şûşeyen avê ku ji eniyan re dişandin, morala wan di berxwedanê de bilind dikir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din