Dayîka Uveyş li Beyrûtê hate bibîranîn

Bi dehan Kurdên li Lubnanê, dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 26`an a wefata wê de bi bîr anîn.

Bi boneya salvegera 26`an a wefata dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ewêş, li bajarên Kurdistanê û cîhanê, tê bibîranîn.

Kongreya Star li  paytexta Lubnanê Beyrûtê, ji bo bîranîna dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayîka Ewêş,  civînek li dar xist. Bi dehan Kurdên li Lubnanê beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongreya Star Fîdan Seydo li ser kurte jiyana dayîka Ewêş axifî û wek dayîka berxwedanê bi nav kir.

Fîdan wiha got: "Hemû ol li ser ku buhişt di bin lingê dayîkan de ye lihev dikin. Rêber Apo dibêje ku dayîk civak bi xwe ye û wî civak di kesayeta dayîka xwe de naskiriye.”

Fîdan destnîşan kir ku beşdarbûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkbirina DAIŞ`ê de li ser bingeha rêya ku Rêber Apo daniye ye û ji dayîka xwe girtibû de ye.

Di dawiya civînê de beşdaran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û zindanan berz kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din