​​​​​​​Dayîka Uwêş...nimûneya jina Ereb a têkoşer e

Dayîka Uwêş bi rêya zarokên xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Jiyana xwe kir oxira xizmeta tevger û têkoşeran, heta jiyana xwe ji dest da. Dayika Uwêş ji jinên Ereb ên yekemîn e ku di salên 90’î de bi Rêber Abdullah Ocalan bawer kir û weke jinek welatparêz gelek xebat meşandin. Bi çalakiyên xwe yên siyasî û civakî cudawer bû. Her wiha keça wê Canda di rêya têkoşînê de şehîd bû.  

Dayîka Uwêş di 1935’an de ji dayik bû. Dayîka Uwêş bi eslê xwe Ereb e. Bi kurdekî ji gundê Mîrka Mîra yê li herêma Koçeratan re zewicî û li gund bi cih bû.  4 keç û 2 kurên wê çêbûn. Piştî ku hevjînê wê di sala 1979’an de jiyana xwe ji dest da, ji 6 zarokên xwe re hem bû dê û hem bû bav. Exlaqa wê ya baş hişt ku bibe dibisaneke ji sebir, hêz û lehengiyê û li ser vê rêgezê zarokên xwe perewerde kir.

Di sala 1984’an de, dema zarokên dayîka Uwêş li Dêrikê dibistana navîn dixwendin, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kirin. Bi vê rêyê malbata dayîka Uwêş tevger nas kir.

Di destpêkê de dayîka Uwêş ne razî bû ku zarokên wê tevlî tevgerê bibin û xebata çalakiyên rêxistinî yên tevgerê bikin. Ji ber ku wê tevger nasnedikir, dixwest zarokên wê xwendina xwe temam bikin.

MALA XWE KIR CIHÊ HEVDÎTINA TÊKOŞERAN

Di 1986’an de cara yekemîn hejmarek ji têkoşerên tevgerê serdana mala dayîka Uwêş kirin. Di wê demê de ji nêz ve nas kir, nêrîna wê derbarê tevgerê de hat guhartin. Mala xwe kir navendek ji tevgerê re ku bi wê re jî rojane komeke ji têkoşeran berê xwe didan mala dayîka Uwêş. Têkoşeran li mala wê perwerdeya îdolojî didîtin. Bi vî awayî bi hezaran keç û kurên ji tevahî parçeyên Kurdistanê perwerdeyên îdolojî û rêxistinî di mala dayîka Uwêş de standin.

Di 1988’ande têkoşeran dest bi çûna çiyayên Kurdistanê kir, li vir dayîka Uwêş israr kir ku mala xwe ji têkoşeran re dabeşî du beşan bike. Her wiha depoya kaya pez veguherand odeya çekên tevgerê, odeya derman û destwerdanên lezgîn. Ji bo dema birîndar tên şandina Rojava bên dermankirin.

Di encama xebata bi lehengî, hikumeta Sûriyê gelek caran bi ser mala dayîka Uwêş de girin. Lê her carê bi cesaret û hêz li hember endamên rejîmê disekinî û bi hinceta ku keçên wê bi tenê ne têkoşer diparastin. Bi vê rêyê jiyana bi dehan têkoşer rizgar dikir.

Xebatên dayîka Uwêş tenê li vir nesekinîn, di dema amadekirina têkoşeran a çûna çiyê de nobetdariya gund bi tevahî dikir ku hikumeta Sûriyê wan negirin.

Di 1990’î de keça dayîka Uwêş a biçûk Canda Temê, piştî li Libnanê di Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz de perwerde dît, biryar da ku tevlî Tevgera Rizgariya Kurdisanê bibe.

Canda Temê tevî komek têkoşeran bi biryara Rêber Abdullah Ocalan vegerî Rojava, da ku çend rojan li mal bimîne, xatir ji dayîka xwe bixwaze û piştre biçin çiyayên Kurdistanê. Di wê demê de dayîka Uwêş bi destê xwe cilên leşkerî ji keça xwe re dirût.

Canda di 1995’an, di şerekî gerilla bi artêşa Tirk a dagirker de gihişt şahadetê.

Piştî ragihandina şahadeta Canda, dayîka Uwêş tevî zextên hikumeta Sûriyê konê sersaxiyê ji keça xwe û şehîdekî din ê ji herêma Koçeratan li pêş mala xwe vegirt. Bi vê tevgera xwe carek din da nîşan ku jinek têkoşer e.

DAYÎKA UWÊŞ...JI YEKEMÎN JINÊN EREB E KU BI RÊBER OCALAN BAWER KIRIYE

Di 15’ê Tebaxa 1991’ê de dayika Uwêş biryar da ku tevî kurê xwe berê xwe bide Libnanê ku Rêber Abdullah Ocalan bibîne. Dayîka Uwêş bû yekemîn jina Ereb ku Rêber Ocalan dît.

Hevdîtina wê ya yekemîn bi Rêbertî re israr wê ya têkoşînê zêde kir û hişt ku her tiştî xwe têxe xizmeta tevgerê.

Li ser vê bingehê dayika Uwêş di têkoşîna xwe de bê westan û bê dudilî berdewam kir. Piştre gelek caran krîza dil  derbas kir, tayên dengê wê qut bûn û êdî nikaribû biaxive û tevbigere. Li rexma nexweşiya xwe heya roja mirinê, yanî 29’ê Hezîrana 2020’an têkoşiya. Li gundê Mîrka Mîra yê girêdayî herêma Koçeratan hat veşartin.

DÊ RÊÇA DAYIKA XWE BIŞOPÎNIN

ANHA’yê hevdîtinek bi zarokên dayîka Uwêş re çêkir û li ser rêwîtiya wê ya têkoşînê axivîn. Keça wê Cemîle Temê wiha got: "Hezkirina dayîka min ji welat re rihê wê yê welatparêziyê zêde kir. Hişt ku tevahî malbat bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan ve were girêdan. Ji her ferdekî malbatê re çavkaniya hêzê bû. Tevî fişar û astengiyên ku malbatê ji ber rejîma Baasê dîtin jî, lê dayika min têkoşîna xwe ranewestand, bi israr domand.”

Cemîle piştrast kir ku dê rêça dayika xwe ya ku jiyana xwe kiriye xizmeta Tevgera Rizgariya Kurdistanê bişopînin.

Kurê dayika Uwêş Mihemed Zekî Temê wiha got: "Dayika min nimûneya dayika têkoşer û berxwedêr e. Hem ji bo parastina welat hem jî ji bo parastina zarokên xwe. Bi saya wê bi hezaran ciwan tev li tevgerê bûn.”

Mihemed Zekî Temê wiha domand: "Dayika min bi her têkoşerekê/î re weke zarokên xwe dida û distand, her wiha bi şehadeta gelek têkoşerên ku dayika min ew nasdikirin, bandor bû. Ji wan jî şehîd Mihyedîn, Ehmed û Zinar ên ku li ser sînor di dema çûna li çiyayên Kurdisatanê de şehîd bûbûn. Her wiha şehîd Haşim û şehadeta Canda û şehîdên din."

WESIYETA DAYIKA UWÊŞ

Piştî têkoşerî û xebata wê ya domdar di navbera têkoşer û  gel de, dayika Uwêş wesiyet kir ku li gel goristana Şehîdan veşêrin. Dayîka Uwêş wiha gotibû: “Wesiyeta min ew e ku di goristana şîhîdan de bêm veşartin. Min di nava têkoşeran de xizmet kir û dixwazim dema mirim jî di nava wan de bim."

(fr)

ANHA


Mijarên Din