Dayîkên Kobanê xwarin ji şervanan re amade kirin

Bi dehan dayîkên gundê Toqelî yê girêdayî navçeya Çelebiye ya kantona Kobanê xwarin ji şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk re yên li eniyan amade kirin

Dayîkên gundê Toqelî yê girêdayî navçeya Çelebiye yê başûr rojhilatê kantona Kobanê bi însiyatîfa xwe xwarin ji şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk re yên li eniyên Berxwedana Rûmetê amade kirin.

Ji saetên sibehê ve bi dehan jinên gund kom bûn û dest bi amadekirina cureyên cuda yên xwarinê kirin. Piştre radestî şervanan kirin ji bo ku li eniyan belav bikin.

Dayîka bi navê Zelûxa Ehmed dibêje: "Jinên gund biryar dan ku xwarin ji ciwanên xwe yên Hêzên Sûriye Demokratîk re yên li eniyan amade bikin. Ev tişta herî besît e ku em ji wan re pêşkêş dikin. Em amade ne bi tevahiya hêza xwe li hember dagirkeriyê bisekinin."

Girêdayî heman mijarê dayîka Wehîda Osman got: "Wek dayîk em li paş ciwanên xwe ne. Ev însiyatîf ji bo piştgiriya şervanên me ne."

Wehîda ev destnîşan kir: "Erdogan û çeteyên wî êrişî me dikin. Çi ji me dixwazin? Erdogan û çeteyên wî şêniyan dikujin. Nabêjin ev temenmezin e yan jî zarok e. Wan zarokên me bi çekên qedexekirî şewitandin."

Wehîda wiha domand: "Bila cîhan bizanibe ku Erdogan dixwaze me qir bike. Li Serêkaniyê û Girê  Spî şêniyan dikuje û milkên wan talan dike. Dewletên ku parastina mafên mirovan îdia dikin ji bêdengiya xwe derkevin. Eger hûn dibêjin bêdengiya we wê me bide şikandin, bizanbin ku em ji maf û azadiya xwe gav paşde navêjin."

Dayîkan kar di nav hev du de parve kirine. Hemû bi coş û çalak xwarinê amade dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din