​​​​​​​Dayîkên şehîdên Berxwedana Rûmetê bang kirin ku çeteyên Tirkiyê têkin lîsteya terorê

Dayîkên şehîdên Berxwedana Rûmetê bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker têkin lîsteya terorê. Her wiha rave kirin ku ew bi şehadeta ciwanên xwe serfiraz in ji ber ku ax û şerefa xwe parastin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. dagirkeriyê çeteyên artêşa watanî ya sûrî bi kar anî. Ew jî milkên sivîlan li herêmên ku dagir kirine talan kirin û wêran kirin.

Dayîkên şehîdên Berxwedana Rûmetê yên ku ji bo parastina ax û welatê xwe şehîd bûne, bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku çeteyên milkên sivîlan talan dikin, endamên laşên wan difroşin û komkujiyên mîna DAIŞ`ê li dijî wan de dikin têkin lîsteya terorê.

Dayîka şehîd Delîl Ferhan (Yilmaz Jînda) yê ku di berxwedana li hember artêşa Tirk a dagirker de li Serêkaniyê şehîd bûye, Îlham Salih bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku çeteyên DAIŞ`ê têkin lîsteya terorê û wiha domand: "Em di nav herêma xwe de bi ewlehî dijîn. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê hejandina ewlehiya herêmê armanc dikin."

Îlham wiha domand: "Kurê min endamê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê bû. Bi aramnca parastina ax û gelê xwe tev li meclisê bû. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li gel bêdengiya navdewletî êrişî herêmê kirin, milkên şêniyan talan kirin, komkujî li dijî jin û zarokan de pêk anîn û endamên laşên sivîlan dizîn."

Dayîka Îlham bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kirin ku wan çeteyan têkin lîsteya terorê ji ber ku hovantirîn binpêkirinan li dijî sivîlan pêk tîne mîna komkujiyên DAIŞ`ê.

Dayîka şehîd Siûd Izet (Derdo Feqderê) Xensa Simo diyar kir: "Divê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji ber komkujiyên li dijî şêniyan pêk tînin muhesebe bibin û divê têkevin lîsteya terorê."

Dayîka Xensa destnîşan kir ku çeteyên niha li rex Tirkiyê êrişî herêmê dikin bi xwe çeteyên DAIŞ`ê. Çeteyên ku ciwanên herêmê ew tune kirin.

Di dawiyê de dayîka Xensa bal kişand ser ku kurê wê şervanekî Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê bû. Pêkhateyên herêmê diparast û êrişî Tirkiyê nekir. Di berxwedana Serêkaniyê de ji bo ku axa xwe di çarçoveya parastina rewa de biparêze 

(şx)

ANHA


Mijarên Din