Dîbo: Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê bermahiya çeteyan e û divê bikeve lîsteya terorê

Sîhanok Dîbo, çeteyên ‘Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê’ bi ‘înkîşariyên nû’ şiband û got divê bikeve lîsteya terorê ya cîhanê, ji ber ku ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra ne.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên bi navê ‘Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê’ (Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê) ya ku di 30’yê Gulana 2017’an de hatiye damezirandin, hê jî êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilaltê Sûriyê ji 9’ê Cotmehê ve, dimeşînin.

Di vê der barê de endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku qaşo yê bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê ji bermahiyên endamên ku di nava komên çete yên ku hatine Sûriyê wekî El-Qaîde û çeteyên DAIŞ’ê ne û ji wê zêdetir jî ji Artêşa Tirkistan û Hiras El-Dîn in. Her wiha li Enqereyê hatine komkirin û perwerdekirin.

Dîbo anî ziman ku yê bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê ji bermahiyên serçete û endamên rêxistinên ku di lîsteyên terora cîhanî de ne. Ew jî bi sedema komkujiyên ku li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê pêk anîne û wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya komkirina van çeteyan ên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine tekbirin, ji berxwedana Kobanê ya destpêka 2015’an û heta Baxozê di Adara vê salê de, hewl dide rewabûn û pêçandineke siyasî bi nav û cilên nû bide wan."

Dîbo îşaret pê kir ku çeteyên bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê ji hêla dewleta Tirk û bi peredayîna Qeterê tên perwerdekirin û leşkerkirin. Her wiha jî bi pêçandineke siyasî ji hêla Îxwan El-Muslimîn ve tê kirin û bi înkîşariyên nû şiband.

‘Înkîşar’ ew hêzên ji mêran ku ji malbat û xizmên wan hatine qutkirin û hatine perwerdekirin ku sultan bavê wan ê rihanî ye, şer pîşeya wan a sereke ye. Înkîşarî di dema Sultan Murad ê Yekemîn (1362-1389) de hat damezirandin ku bi mafên pêkhateyên olî û etnîkî yên dîtir de yên di nava desthilatiya Osmanî ya wê demê de, komkujî pêk anîn.

Sîhanok Dîbo di dirêjahiya axaftina xwe de da zanîn ku Artêşa El-Wetenî xeteriyê li ser pêkhateyên li Sûriyê çêdike û wiha pê de çû: "Ji ber ku bi fermandariyên dewleta Tirk dixebitin û li gor metodekê tev digerin(anku yekkes, yekal û yekol)."

Sîhanok Dîbo bal kişand ser derketina hin detayan der barê kiryarên bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê ji hêla civaka navdewletî ve û wiha got: "Ev daxuyaniyên şermînî, têrê nakin." Dîbo destnîşan kir ku divê fermandar û endamên ku piştevaniya Artêşa El-wetenî ya Sûriyê weke Enqere û Qeterê di nava dadgehên sûcên navdewletî li Lahay de bên darizandin ku komkujiyên mezin bi mafên gelê li herêmê pêk anîne û têkevin lîsteya terorê ya cîhanî.

(fr)

ANHA


Mijarên Din