Dîbo: Tirkiye di navbera Rûsya û DYA’yê de tengijiye

Sîhanok Dîbo diyar kir ku hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan de di çarçoveya aloziyan de ye ku Rojhilata Navîn û bi taybet Tirkiyê tê re derbas dibin. Dîbo got Tirkiye di navbera aloziya berjirandina Rûsya û Amerîka de ye, di encamê de dê Tirkiye berdêlên mezin bide.

Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîboli ser hevdîtina di navbera  serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de ku duh pêk hat, ji ajansa me re axivî.

Dîbo got divê Enqere bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bikeve nava têkiliyan, ji ber ku Rêveberiya Xweser cewhera çareseriya aloziya Sûriyê ya têkbirina terorê û pêkanîna guhartinên demokratîk a Sûriyê ye. Dîbo li ser yekbûna axa Sûriyê jî teqezî kir.

Sîhanok Dîbo wiha axivî: “Hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan de, ji destpêka salê de ya sêyemîn e û piştî têkçûna DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî û leşkerî de bi destê QSD`ê ya yekemîn e û hilbijartinên Tirkiyê ku di encamê de AKP`ê bi awayekî mezin têk çû.”

Enqere li ber rêyeke girtî ye

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê  axaftina Erdogan a der barê yekitiya axa Sûriyê de bi durûtî bi nav kir û got: “Diyar dibe ku di serdanê de, her du aliyan dixwest tiştên di hevpeymana Soçiyê ya 17`ê Îlona 2018`an a têkildarî Idlibê de biparêzin. Enqere gihîşt pêvajoyeke girtî, ji ber ku di rastiyê de Enqere destekê dide terora DAIŞ`ê yan jî Cebhet El-Nusra. Ji aliyekî din ve jî Enqereyê îro beşeke erdnîgariya Sûriyê dagir kiriye.”

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku dem hatiye Tirkiye diyar bike ka dê li kijan alî bisekine, Rûsyayê biperjirîne yan jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û wiha dewam kir: “Di encamê de dê Tirkiye dê berdêlan bide, ji ber ku heke DYA’yê bipejirîne dê hebûna xwe li tevahiya herêmên Sûriyê yê ku dagir kiriye û di serî de Efrînê winda bike, heke Rûsyayê bipejirîne, dê aloziya Tirkiyê mezintir bibe. Bi vê yekê jî dê Erdogan hemû Tirkiyê û hemû axa ku li Sûriyê dagir kiriye, winda bike.”

Divê Enqere bi Rêveberiya Xweser re bikeve nava têkiliyan

Dîbo got divê Enqere bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bikeve nava têkiliyan û wiha dewam kir: “Divê Enqere bigihîje wê baweriyê ku hin tiştên din jî hene dikare bipejirîne. Ew jî divê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyê re bikeve nava têkiliyan, ji ber ku Rêveberiya Xweser cewhera çareseriya Sûriyê ya têkbirina terorê û pêkanîna guhartinên demokratîk a Sûriyê ye ku yekbûna axa Sûriyê diparêze.”

Serokkomarê Tirkiyê duh beriya biçe Moskovê got dê bi rayedarên Moskovê re nîqaş bike da ku operasyoneke leşkerî li dijî Rojhilatê Firatê pêk bîne. Sîhanok Dîbo têkildarî gotinên Erdogan wiha got: “Ev tişt pêk nayê, ji ber ku rewş destekê nade ku ev tişt pêk were.”

Sîhanok Dîbo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Rojhilatê Firatê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û  berxwedana gel a ku êrîşên Tirkiyê red dike, hene. Her wiha erka Koalîsyona Navneteweyî li dijî terorê kete pêvajoyeke nû û diyar dibe ku di vê demê de ew ê li vir be.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din