DBP û HDP: Divê bi lez bi Ocalan re hevdîtin pêk bê

DBP û HDP’ê der barê nûçeyên têkildarî şewata li girava Îmraliyê de daxuyanî dan û diyar kir ku şewata li girava Îmraliyê fikareke mezin çêdike û destnîşan kir ku divê malbat û parêzer bi lez û bez biçine Îmraliyê û hevdîtinê bikin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der barê şewata li girava Îmraliyê de daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:

''Der barê vê rewşê gelê me bertekeke zêde dide. Ji bo ku rewş zela bibe divê malbat û parêzer bi lezginî biçine giravê, ji cihê cih rewşê bibînin û raya giştî agahdar bikin. Li ser vê mijarê em dixwazin bi bîra rayedarên hikûmetê bixin ku tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan pir girîng û jiyanî ye. Derbarê vê rewşê ji bo ku daxuyaniyeke ku raya giştî rast agahdar bike, were kirin, em bang li her kesî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.''

HDP: DIVÊ HEYETEK JI HDP'Ê BIÇE ÎMRALIYÊ Û LÊKOLÎNÊ BIKE

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî şewata ku li Îmraliyê rû da û rewşa rêber Abdullah Ocalan li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyek da.

Başaran, bal kişand ser hesasiyeta gelê Kurd a li hemberî Ocalan û xwest bi lez û bez heyetek HDP'ê biçe Îmraliyê û li wir lêkolîn bike. Başaran, anî ziman ku çend saet berê di çapemeniyê de hat gotin ku li Îmraliyê şewat derketiye û wiha got: "Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniyek li dûrî cîddîyetê da. Birêz Ocalan 22 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. Hevdîtina parêzer, malbat û heyetê bi her awayî tê qedexekirin û asteng dikin. Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin. Dem bi dem bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Herî dawî parêzer û malbat di Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê. Destûr nadin ku bi civakê û nûnerên rêxistinî re temasê çêke."

Başaran anî ziman ku tê gotin îro li Îmraliyê şewatê rû daye got: "Li gel vê yekê Wezire Karên Navxweyî di bernameyekê de wekî ku bi hezaran kes ji bo Birêz Ocalan neketine grevê, weke ku dewlet bi Ocalan re hevdîtin nekiriye, daxuyanî da. Pişti vê daxuyaniyê bi hezaran mirovan xwestin xwe bigînin me û partiya me. Xwestin ve rastiyê ronî bikin. Di şertên asayî de malbat û girtî bi hev re hevdîtin dikin. Lê vê meseleya ku hemû gelê Kurd eleqeder dike, wekî meseleyek sivik digirin dest. Em carek din hişyar dikin. Ev mesele dikare di nava civakê de înfialê ava bike. Em dixwazin bi lez û bez hikûmet têkildarî mijarê daxuyaniyek cidî bidin.


Mijarên Din