Deh hezaran kesan li Kobanê Komploya Navnetewî şermezar kirin

Deh hezaran şêniyên herêma Firatê li Kobanê kom bûn û Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

KOBANÊ

Bi deh hezaran şêniyên herêma Firatê li Kobanê hatin cem hev û Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Meşvanan wêneyên Ocalan hildan û drûşemyên ku bêdengiya navnetewî ya li dijî Komployê berz kirin.

Meşvanan pankartên ‘Rûmeta gelên herêmê û îradeya wan bi kesayet Ocalan ve girêdayî ye" hildadan.

Meşvan tevî barîna baranê ya zêde, 2 km meşiyan.

Şênî li Qada Jina Azad a navenda bajêr kom bûn. Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Enwer Mislim axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku ramanên Ocalan ji gelên azadîxwaz qutbike ew dîlgirtin. Enwer Mislim diyar kir, aliyên ku navê parêzvanên mafê mirovan li xwe dikin, li gorî fermanên dewletan dixebitin û karê xwe yê sereke jibîr dikin. Enwar Mislim gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Vaye Ermen, Kurd, Ereb û Tirkmen hemû beşdarî meşê bûn û van gelan ferman ji destê dewleta Tirk dîtine. Vaye ew jî tevlî meşê bûne û navê Ocalan diqîrin.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din