Deklarasyona Azadî û Guhartinê reşnivîsa destûrî ragihand

Deklarasyona Azadî û Guhartinê ya Sûdanê reşnivîsa destûrî belav kir. Tê payîn ku der barê reşnivîsê de di nava çend rojan de, bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re diyalog were kirin.

Deklarasyona Azadî û Guhartinê ya Sûdanê reşnivîsa destûrî ku wê bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re nîqaş bike, belav kir. Belge ji pêvajoya demkî, maf, desthilata meclisa serwer û serokwezîr pêk tê.

Li gorî Skynewsê, endamên Deklerasyona Azadî û Guhartinê destnîşan kir ku ragihandina belgeya destûrî berî ku dan û standin der barê wê de bi Meclisa Leşkerî re werin kirin, armanc jê ew bû ku gelê Sûdanê pêşniyarên  xwe der barê wê de bibêje.

Girîngtirîn madeyên belgeyê wiha ne:

- Meclisa Serwer dibe serokê dewletê, sembola serweriyê û yekitiya wê ye, her wiha serokê hêzên leşkerî ye û bi hevkariya Deklarasyona Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî tê avakirin.

- Meclisa Serwer ji 11 endaman pêk tê, di nav de 5 sivîl û ji aliyê Deklarasyona  Azadî û Guhartinê ve tên hilbijartin, her wiha 5`ên din ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Demkî ve tên hilbijartin û endamê yazdehemîn divê sivîl be û bi hevkariya deklarasyon û Meclisa Leşkerî ya Demkî tê hilbijartin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Deklarasyona Azadî û Guhartinê û Eniya Şoreşgerî tevgerên çekdar digire nava xwe, roja sêşema derbasbûyî li paytexta Etîyopyayê Addîs Ababayê der barê teslîmkirina desthilata Sûdanê bi awayekî demkî de, her wiha nîqaşa ragihandina  reşnivîsa destûrî li hev kirine.

Di vê derbarê de heke Meclisa Leşkerî û Deklarasyona  Azadî û Guhartinê der barê belgeyê de gihaştin hevpeymanekê, dê her du alî dest bi avakirina saziyên desthilata demkî bikin. Sazî jî dê ji Meclisa Serwer û hikumeta nû pêk were û her du dê welat di pêvajoya demkî de bi rê ve bibin.

Tê zanîn ku pêvajoya demkî di hevpeymana siyasî ya ku di 17`ê mehê de li ser hate erêkirin,  hatiye diyarkirin.

(eh)


Mijarên Din