Deklarasyona Jinan:  Şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk bisekinînin

Gelek kesayet û rêxistinên jinan ên herêmî û cîhanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û gotin: "Divê tavilî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin sekinandin û qada hawayî ji balafiran re bê girtin."

Rêxistinên jinan ji bo ku balê bikşînin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya bi jinên Rojava re deklarasyoneke belav kir. Di deklarasyonê de banga rawestandina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Deklarasyon wiha ye:

"Dewleta Tirk di 9‘ê Cotmeha 2019´an de dest bi şerê dagirkeriyê li dijî Bakurê Sûriyê kir. Artêşa Tirk bi êrîşên ezmanî û topên hawanan êrîşî hemû bajarên mezin ên li ser sînorî dike. Li gorî agahiyên Heyva Sor a Kurdistanê tenê di pênc rojên dawî de 46 sivîl hatine qetilkirin û 139 kes birîndar ketine-di nav de gelek jin û zarok jî hene. Niha artêşa Tirk bi qaşo ´Artêşa Netewî ya Sûrî´ ya ku ji komên terorê yên cûda pêk tê li ser erdê jî êrîşên xwe berdewam dike. Di heman demê de hucreyên DAIŞ‘ê yên razayî jî li tevahî Bakurê Sûriyê dest bi êrîşên nû kirine. QSD, YPG û YPJ‘ê yên ku Bakur û Rojhilatê Sûrî ji terora DAIŞ‘ê rizgar kirîn, niha jî ji bo parastina gel ji komkûjî û dagirkeriyê canê xwe feda dikin. Jinên ku bi hezaran jin ji koletiya DAIŞ ê rizgar kirin, îro ji aliye artêşa NATO´yê ve tên bombebaran kirin.

Jiyana bi milyonan mirovên ji gel û olên cûda yên li herêmê îro di bin xeterê de ye. Bi deh hezaran malbat hatine koçber kirin. Tevî gundên Kurd û Ereb, taxên Suryanan jî bi taybetî tên hedef girtin. Pir zelal e ku ev êrîş bi armanca paqijkirina etnîkî û guhartina demografik tên kirin. Civaka navneteweyî, dagirkerî sûcên şer ên dewleta Tirk li Efrînê ya ku Çileya 2018´an destpê kirî heta îro jî nedîtî ve tê. Jiber wê yekê dewleta Tirk hewl dide heremên ku kontrol dike berfirehtir bike û pîvanên xwe li bêhtir herêma Bakur-Rojavayê Sûrî ferz bike, bi vê yeke jî hûqûqa navneteweyî û serweriya Sûrî binpê dike.

Di heman demê de dewleta Tirk, îradeya gelên herêmê yên ku bi awayekî aştiyane di bin banê xeweseriya demokratîk de bi hev re dijîn bin pê dike. Êrîşên dewleta Tirk di heman demede li dijî destkeftiyên şoreşa jin a Rojava ya ku bû çavkaniye jinên cîhanê. Jinên ku pêşengiya ava kirina modela civakî ya demokratîk û civaka ekolojîk dikin îro di bin êrîşa kûjerên cîhadî de ne. Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef dema ku diçû serdana birîndar û koçberên li herêma Til Temir di pûsûyekê de 12‘ê Cotmehê hat înfazkirin. Tevî ku şerê 8 salan berdewam dike Rêveberiya Xweseriyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî di aliyê gerentîkirina mafê mirovan ên demokratik û pêwistiyên mirovan de bi ser ket. Bi sed hezaran koçberên ji herêmên cûda îro li vir penaber in. Bêyî alîkariyeke cidî ya saziyên NY ev penaber ji aliyê rêvebiriya xweser ve hatine bi cîh kirin û parastin.

Piştî ku hikûmeta Erdogan bi awayekî vekirî planên xwe yên vî şerê dagirkeriyê ji raya cîhanê re ragihand, di nav de saziyên NY jî tevahiya civaka navneteweyî jibo pêşî lê girtina vê dagirkeriyê gavên pêwîst neavêtin. Ji vê bêhtir hêzên hegemonîk mîna DYA û Rûsya dewleta Tirk teşwîqî  vê êrîşê kirin. Komkujiya Împaratoriya Osmaniyan ya li dijî Ermenî û Asûriyan ya 1915‘an û komkûjiyên li dijî gele Kurd li Dersim, Helepçe, Nisêbîn, Cizîr û Efrînê hina di hişê me de ne. Îro dîsa bi awayekî vekirî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, di vir de ji qanûnên navneteweyî, mafên mirovan bêhtir hesabê qezencên şer tên kirin.

Jinên Rojava her tim binê vê yekê xêz kiriye: “Me bi bedelên giran şoreşa jinê parastiye. Em li ser navê hemû jinên cîhanê têkoşîna xwe dimeşînin.” Şerê dewleta Tirk li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî di heman demê de êrîşeke li dijî me hemûyan e. Ev êrîş destkeftiyên têkoşîna me ya jibo mafê jinan, azadî û edaletê hedef digire. Bi kampanya navneteweyî Women Defend Rojava (Jin Rojava Diparêzin) em li dijî faşizm, dagirkerî, pederşahîyê bibin yek. Em jibo naskirina xweseriyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî, jibo aşitî û edaletê li Sûrî dengê xwe bilind dikin.

Jibo pêşî lê girtina komkujiyan û qîrkirina jinan li sedsala 21‘emîn, em bang li Meclisa Parastinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC), hemû şaxên têkildar yên civaka navneteweyî û hikûmetan dikin ku bi awayekî lezgîn van gavan bavêjin;

●  Dagirkeriya dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi lezgînî were sekinandin.

●  Jibo parastina gelê li Bakur û Rojhilatê Sûrî qada ezmanî ji Tirkan re were girtin.

●  Pêşî li sûcên şer û paqijkirina etnîkî ya artêşa Tirk, DAIŞ, El Nusra û komên din ên cîhadî were girtin.

●  Hemû sûcên şer sûcdarên şer derxin pêşberî edaletê.

●  Bi Tirkiye rê bazara çekan were sekinandin.

●  Li hember Tirkiye embargoya aborî û siyasî were danîn.

●  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî were nasîn.

●  Jibo çareseriya siyasî ya krîza Sûrî, bi temsîliyet û tevlîbûna jinan û nûnerên hemû netew, ol û çandan yên li Sûrî, gavên pêwîst bi awayekî lezgîn werin avêtin."

Rêxistinên jinan ên îmze kirine ev in:

Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûryê; Kongra Star;  Meclisa Jinên Sûriyê, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan KJAR; Rêxrawê Jinên Rojhilatê Kurdistan RONAK; Rêxrawê Jinanê Azadîxwazî Kurdistan RJAK; Rêxrawê Peywendiyên Afratanî Kurdistan REPAK; Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewrûpê TJK-E; Nûnertiya Navnetewî ya Tevgera Jinên Kurd IRKWM; Buro ya Jinên Kurd ji bo Aşitî CENÎ; Yekitiya Jinên Xwendekar ên Kurdistan JXK; Tevgera Jinên Ciwan; Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ; Tevgera Jinên Elewî yên Demokratîk; Weqfa Jinên Azad a (WJAR); Înîsyatîfa Jinên Misilman ên Demokratîk; Akademiya Jineolojî; Komeleya Jinên Filistînî li Libnanê; Desteya Jinê ya Partiya Yekitiya Suryanî li Libnanê; Terretorios y Resistancias (Bolîvya); Southall Black Sisters (Brîtanya); Revolutionary Association of the Women of Afghanistan RAWA (Afxanîstan); Women’s Strike Polonya; Mujeres Libres (CNT / Spanya); Union Syndicale Solidaires France (Frensa); International Labour Network of Solidarity and Struggles; Feminist Assembly of Madrid (Spanya); Feministas de Abya Yala (Uruguay); Centro de Intercambios y Servicios Cono Sur CISCSA (Arjantîn)

Kesayet:

Mahila Kisan Adhikaar Manch (Forum ji bo Mafên Jinên Cotkar, Hîndîstan); Sylvia Marcos (nivîskar, Meksîko); Meredith Tax (nivîskar & Emergency Committee for Rojava, DYA); Nadje Al-Ali (rewşenbîr, DYA); Collette McAllister (Sinn Féin, Irland); Maria Luiza Duarte Azedo Barbosa (Meşa Jinên Cihanê, Brazîlya); Dr Radha D’Souza (Zanîngeha Westminster, Brîtanya); Dr Mahvish Ahmad (Zanîngeha Western Cape, Afrîka Başûr), Francesca Gargallo Celentani (nivîskara femînîst, Meksîko); Laura Quagliuolo (edîtor, Îtalya); Teresa Cunha (rewşenbîr, Portugal); Tor Bridges (xaltîka Anna Campbell, hilberîner, Brîtanya);  Lilian Galan (MPP, Uruguay); Nancy Fraser (professora felsefê û siyasetê, DYA);  Dr Mithu Sanyal (nivîskar û weşankar, Elmanya); Margaret Owen (Jinebiyên ji bo Aşitî û Demokrasî WPD & Seroka Kampanya Aşitî ji bo Kurdistan, Brîtanya); Alba Sotorra Clua (derhêner, Spanya); Rahila Gupta (nivîskar and aktivist, Brîtanya); Dr Mónica G Moreno Figueroa (sosyolog, Brîtanya); Julie Ward (Endama Parlamana Ewrûpê, Brîtanya); Prof Sarah Franklin (sosyolog, Brîtanya); Wendy Lyon (parêzera mafên mirovan, Irlanda); Dr Zahra Ali (sosyolog, DYA); Fatemeh Sadeghi (McGill University, Canada/Iran); Dr Sarah Glynn (rewşenbîr, Scotland); Maryam Ashrafi (social documentary photographer & film-maker, Îran); Dr Hettie Malcomson (rewşenbîr, Brîtanya); Debbie Boockchin (journalist & nivîskar, Brîtanya); Selay Ghaffar (Solidarity Party of Afghanistan); Dr Marina Sitrin (Binghamton University, DYA); Amber Huff (lêkolînvan, Brîtanya); Christelle Terreblanche (Zanîngeha Kwazulu-Natal, Afrîka Başûr); Erella Shadmi (rewşenbîr, Îsrael); Molly Crabapple (artist and nivîskar, DYA); Dr. Soraya Fallah (California State University, DYA); Dr. Camilla Power (Radical Anthropology Group, Brîtanya); Prof. Flavia Almeda Pita (State Zanîngeha Feira de Santana Bahia & Incubadora de Economia Popular Soldidaria, Brazîlya); Houzan Mahmood (nivîskar, Brîtanya); Dina al-Kassim (Zanîngeha British Colombia, Kanada), Vilma Rocio Almendra Quiguanas (Indigenous Nasa/Misak, Pueblos en Camino, Kolombya); Helina Paul (ecologist, Brîtanya); Rane Khanna (derhêner & lecture, Brîtanya); Mechthild Exo (lêkolînvan & activist in peace and conflict studies, Elmanya); Rita Lora Segato (Zanîngeha San Martin, Brazîlya); Prof Emeritus Ana Falu (Zanîngeha Cordoba, Arjantîn); Janet Sarbanes (nivîskar and professor, DYA);  Charlotte Maria Saenz (rewşenbîr, DYA); Monika Gärtner-Engel (endama damezrîner a Konferansa Jinên Cihanê WWC, Elmanya); Carla Bergman (nivîskar & film-maker, Kanada); Targol Mesbah (rewşenbîr, DYA); Lilián Raquel Galán Pérez (Endama Konseya Parla Sur, Amerîka Latîn); Sally Jackson (rewşenbîr, DYA); Verónica Mounier (rewşenbîr, Meksîko)" 

ANHA


Mijarên Din