Delal...pîşeya bapîran e ku neviyan mîraseya wê hilgirtiye

Pîşeya delal(navbeynkariya kirîn û firotinê) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kevntirîn pîşeya ku ji bapîran de ma ye. Ev kar yekser girêdana xwe bi xwedîvanên pez re heye.

Xwedîkirina pez duyemîn dahatoya qota jiyanê çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha armanca berdewama jiyana rojane bi rêya bazirganiyê ji kirîn û firotinê ye ku pêdiviya xwe bi navbeynkar heye.

Sûkên taybet dibin armancên xwedîvanên pez ku kirîn û firotina (Makêf) xwe lê bidomînin. Ev kar jî bi rêya delalên ku li sûkê hene û bi rêya wan kirîn û firotin tê meşandin, dibe.

Delal pîşeyek kevn e ku ji kal û dapîran de ma ye. Bi rêya delal navbeynkarî di navber  firoşkar û kirîner de bi pejirandina her du aliyan, tê kirin. Her wiha delal berê xwe dide sûkên taybet ên kirîn û firotina sewalan û cihekî wî yê taybet heye û ji şaredariyê tê kirîkirin.

Delal li cihê xwe yê taybet ben an jî pir benan datîne û bi gelêrî navê wê (Ribic e). Ev ben jî pê sewal tê girêdan ku pêşkêşî firotinê tê kirin.

Delal di kirîn û firotinê de ji kirîner 500 lîreya Sûriyê werdigre. Ev jî weke garantiyekê ye ku mafê vegerandina sewalek dema ku nexweş be an jî hatibe dizîn diparêze. Her wiha navê kirîner û firoşkar li ser lênûseke taybet ji bo tekezkirinê û dema pirsgirêk di wê derbarê de çêbûn lê vegere, dinivîse.

Divê di delal de gelek sifet weke exlaqa baş, danûstandina baş, bawerî di gotin û ewlehiyê wî de, pisporeyeke baş der barê sewalan de hebe da ku temen û başbûna pez ji hev derxe û bi bihayeke baş bide firotin.

Di vê derbarê de delal Ehmed Xedam li gel hevdîtina ajansa me ANHA’yê diyar kir ku 35 sal in di vê pîşeyê de dixebite. Bal kişand ser ku ew garatorê di navbera kirîner û firoşkar de ye ji aliyê dizî û gunehê ve... hwd dike.

Di vê çarçoveyê de yek ji xwedîvanên pez û yê bi navê  Ebû Qeys destnîşan kir ku mihên xwe li gel delal difroşe, ji ber ew bi bihayê dizane û misogereke ji bo wergirtina pereyên pezê ku hatiye firotin.

Her wiha navên delal li gorî herêman tê binavkirin, li Humsê û Hemayê bi navê Semser e, li herêma Dêrazorê bi navê lêzdekirin ( bihayek ji pez re tê danîn û kirîner divê li ser zêde bike da ku bihayek baş bê bidestxistin).

(fr)

ANHA


Mijarên Din